Îbranî 2
[1] Bona vê yekê gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştêd me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin.
[2] Çimkî heger ew xebera pê milyak’eta hate gotinê h’îmgirtî ma û h’emû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe r’ast standin,
[3] lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva e’seyî kirin.
[4] Serda jî Xwedê bi nîşana, k’eremeta, cûr’e-cûr’e kirêd qewat û p’êşk’êşêd R’uh’ê Pîroze belakirî şe’detî da, çawa ku e’mirê Wî bû.
[5] Xwedê ne ku milyak’et kirine serwêrêd wê dinya ku wê bê, ser k’îjanê em xeber didin.
[6] Lê nivîsar cîkî şe’detîyê dide û dibêje: «Ya Xwedê, însan çi ye ku wî bîr tînî, yan bendê vê dinê ku bona wî xem dikî?
[7] Te hinek wext ew ji milyak’eta nimiztir kir, bi r’ûmet û hurmetê ew t’ac kir,
[8] h’emû tişt kirine binê nigêd wî» . Awa Yê ku her tişt kirine binê nigêd wî , tiştek nehişt ku nekiribe binê niga. Lê niha em hê her tiştî binê nigêd însênda nabînin.
[9] Lê em niha Îsa bi r’ûmet û hurmet k’ofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyak’eta hatibû nimizkirinê, wekî bi k’erema Xwedê bona h’emûya mirin bidîta.
[10] Belê hêja bû ku Xwedê, Yê ku her tişt bona Xwe e’firandîye û bi destê Xwe xwey dike R’êberê xilazbûna wan bi cefa k’amil bikira , wekî gelek law t’evî r’ûmeta Îsa bikirana.
[11] Ewê ku pîroz dike û ewêd ku pîroz dibin, ev h’emû jî ji Bavekî ne. Lema Ew vê yekêda şermîyê nabîne, ku wan xûşk-birayêd Xwe h’esab ke
[12] û dibêje: «Derheqa navê Teda Ezê xûşk-birayêd Xwer’a bêjim, civînêda Ezê eşqî Te bistrêm» .
[13] Û aha jî dibêje: «Ezê gumana Xwe bidime ser Xwedê» . Û aha jî: «Va me Ez û ew zar’êd ku Xwedê dane Min» .
[14] Çawa ku zar’ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, k’ete binyat’a merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku h’ukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin
[15] û yêd ku t’emamîya e’mirê xweda hêsîrêd tirsa mirinê bûne xilaz ke.
[16] Belê fe’mdarî ye, ku Ew alîk’arîya milyak’eta nake, lê alîk’arîya zur’eta Birahîm dike.
[17] Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekk’ahînekî r’e’m û amin li xizmetk’arîya ber Xwedêda, wekî gunêd cime’tê bida k’ewandinê .
[18] Çawa Ewî cefa k’işand, hate cêr’ibandinê, usa jî dikare alîk’arîya wan bike, yêd ku dik’evine nava cêr’ibandinê.