Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 6

Listen to this chapter • 3:42

[1] Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa h’îm nevêjin neyêne ser veger’andina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê,

[2] hînbûna ser nixumandina, destdanînê, r’abûna mirîya û dîwana h’eta-h’etayê.

[3] Emê bi destûra Xwedê hînbûna gihîştîda pêşda her’in!

[4] Çimkî yêd ku carekê hatine r’onayîkirinê, p’êşk’êşa e’zmên te’m kirine û R’uh’ê Pîroz p’ar standin,

[5] usa jî xebera Xwedêye qenc û qewatêd dinya wê bê te’m kirine,

[6] heger ew ji wê bawerîyê bik’evin, îdî nabe ku ewana dîsa veger’in ser xweda bên, çimkî ewana careke din Kur’ê Xwedê nav xweda xaç dikin û dikine sosret.

[7] Ew e’rdê ku gelek cara baran serda dibare, ava xwe distîne û deremeta k’ar dide wan, bona k’îjana tê bêcerkirinê, duayê Xwedê tê ser wê.

[8] Lê ewê ku dir’î û stirîya digihîne, bêkêr e û hêjayî nifir’ê ye, axirîya wê jî şewat e.

[9] R’ast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser r’êke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê.

[10] Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew h’izkirina ku we bona navê Wî da k’ifşê bîr bike, ya ku we cime’ta Xwedêr’a xizmetk’arî kir û dikin jî.

[11] Lê em muh’tac in wekî ji we her yek h’eta xilazîyê wê xîretê bide k’ifşê, ku gumana we h’îmgirtî bimîne.

[12] Em naxwazin ku hûn xwer’anedîtî bin, lê ç’e’v bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn.

[13] Gava Xwedê soz da Birahîm, Ewî bi serê Xwe sond xwar, çimkî kesekî ji Wî mestir t’unebû ku bi wî sond bixwara.

[14] Hingê got: «R’ast Ezê zur’eta te gelekî berek’et kim, Ezê te p’ir’ zêde kim» .

[15] Û bi vî awayî Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê.

[16] R’ast e meriv pê serê yê ji xwe mestir sond dixwin û sond h’emû şer’-de’wê nava wanda safî dike.

[17] Bi vê yekê Xwedê xwest wanar’a, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida k’ifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand.

[18] Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, k’îjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye e’seyî heye, ku em lê sit’ar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe .

[19] Eva gumana bona jîyîna me dibe lengereke h’îmgirtî û amin, ku p’er’da pîrozgeha e’zmênr’a derbazî hindur’ê Cîyê Herî Pîroz dibe,

[20] wê dera ku Îsa çawa pêşîk’êş bona me k’etîyê. Ew bûye serekk’ahînê h’eta-h’etayê mîna Melk’î-Sadiq .

Îbranî — Chapters