Skip to content
Opens in a new window

Aqûb 1

Listen to this chapter • 4:27

[1] Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh e’şîrêd dinyayêda belabûyî be.

[2] Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin h’esab kin, gava hûn bik’evine nava cûr’e-cûr’e cêr’ibandina.

[3] Fe’mdarî ye, ku cêr’ibandina bawerîya we sebirê pêşda tîne.

[4] Û sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn k’amil û gihîştî bin, t’u kêmasîke we t’unebe.

[5] Heger serwaxtîya yekî ji we t’êra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîr’a bê dayînê. Ew bi mer’danî dide h’emûya û t’u kesî bêqedir nake.

[6] Lê t’enê bira bi bawerîyê bixwaze û dudilî nebe, çimkî yê dudilî mîna pêlêd be’rê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin.

[7] Merivê usa bira nefikire, ku wê tiştekî ji Xudan bistîne.

[8] Ew merivê ku ser du niga dikule, h’emû gavêd xweda ne ser ya xwe ye.

[9] Birayê belengaz bira ser bilindbûna xwe bifir’e,

[10] lê yê dewletî ser nimizbûna xwe, çimkî ewê mîna gulêd gîhê h’işk be her’e .

[11] Çawa te’v bi germayîya xweva dertê gîhê h’işk dike, gul jê diwarin û bedewetîya dîndara wê jî unda dibe, usa jî yê dewletî wê îşê xweda biç’ilmise her’e.

[12] Xwezî li wî merivî, ku cêr’ibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêr’ibandinê r’ûspî derê, ewê t’acê jîyînê bistîne, k’îjan ku Xwedê wanr’a soz daye, yêd ku Wî h’iz dikin.

[13] Bira t’u kes, yê ku nava cêr’ibandinêda ye, nebêje: «Xwedê min bi xirabîyê dicêr’ibîne», çimkî Xwedê xirabîyada nayê cêr’ibandinê û ne jî yekî dicêr’ibîne.

[14] Lê her kes dibe maşoqê dilhavijîyêd xwe, dixape û tê cêr’ibandinê.

[15] Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe.

[16] Nexapin xûşk-birayêd mine delal!

[17] Her dayîna qenc û her p’êşk’êşa k’amil ji jor e, ji Bav, ji E’firandarê r’onaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadiger’e.

[18] Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera r’astîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine e’firînêd Wî.

[19] Zanibin , xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsk’etinêda giran be,

[20] çimkî hêrsa mêriv heqîya Xwedê nayne sêrî .

[21] Lema h’emû mir’dar’îyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare r’uh’ê we xilaz ke.

[22] Xeberê biqedînin, ne ku t’enê bibihên û usa xwe bixapînin.

[23] Heger yek xeberê t’enê dibihê û naqedîne, ew mîna wî merivî ye, yê ku neynikêda r’eng-r’ûyê xwe dinihêr’e.

[24] Xwe dibîne, derbaz dibe diçe û zû bîr dike, ku ew yekî çawa bû.

[25] Lê ewê ku ç’e’vê xwe ji qanûna k’amile ku aza dike nabir’e û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinêd xweda xwezilî ye.

[26] Heger yek xwe xwedênas h’esab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasîya wî p’ûç’ e.

[27] Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya r’ast û bêqusûr ev e: Te’lî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û h’evza xwe jî ji lek’êd dinê bike.

Aqûb — Chapters