Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 3

Listen to this chapter • 3:06

[1] Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-p’arêd wê gazîya e’zmên in, li Îsa binihêr’in, Wî şandîyî û Serekk’ahînê ku em îqrar dikin.

[2] Ew hindava Xwedêda amin bû, Yê ku Ew bona vê yekê k’ifş kir, çawa Mûsa jî t’emamîya mala Wîda amin bû .

[3] Belê Îsa haqasî ji Mûsa zêdetir hêjayî r’ûmetê bû, çiqasî qedirê yê ku malê çêdike, ji qedirê malê zêdetir e.

[4] (Fe’mdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt e’firandîye, Xwedê ye.)

[5] R’ast e Mûsa t’emamîya mala Wîda xulamekî amin bû, bona şe’detîya wan tiştêd ku Xwedê wê bigota.

[6] Lê Mesîh çawa kur’ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê e’gîtîyê û gumana ku em pê difir’in qewîn bigirin.

[7] Bona vê yekê çawa R’uh’ê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên,

[8] mîna kal-bavêd xwe serh’işk nîbin, çawa ku wana serî hilda, gava ber’îyêda hatine cêr’ibandinê,

[9] wê dera ku kal-bavêd we bi qelpê xirab Ez cêr’ibandim û t’emamîya çil salî jî kirêd Min dîtin.

[10] Lema jî h’îlê Min ji wî nisilî çû û Min got: ‹Dilada t’imê ew xalifî ne û r’îya Min nas nekirine›.

[11] Awa Min jî ji hêrsa sond xwar got: ‹T’u car ewê nek’evine r’ih’etîya Min!›»

[12] Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.

[13] Lê her r’oj dil bidine hev, h’eta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we t’u kes bi guna nexape, nebe serh’işk.

[14] Çimkî em t’evî Mesîh bûne xweyîp’ar, heger t’enê em wê bawerîyê ji serîda h’eta xilazîyê qewîn bigirin.

[15] Awa çawa jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serh’işk nîbin, çawa wextê serhildanêda» .

[16] Ew k’î bûn, yêd ku bihîstin û serî hildan? Ew h’emû nîbûn, yêd ku bi destê Mûsa ji Misirê derk’etibûn?

[17] Çil salî h’îlê Xwedê ji k’ê çû? Ne ji wan çû, yêd ku gune kirin, cinyazêd wan ber’îyêda man?

[18] Û Xwedê bona k’ê sond xwar ku nek’evine r’ih’etîya Wî, heger ne bona neêlima ?

[19] Îdî em dibînin ku evana ji dest nebawerîya xwe nikaribûn bik’etanayê.

Îbranî — Chapters