Skip to content
Opens in a new window

Îbranî 4

Listen to this chapter • 3:15

[1] Awa ew sozê ku bona k’etina nava r’ih’etîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we t’u kes ji wê r’ih’etîyê nemîne.

[2] Çimkî mer’a jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanr’a. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst k’ar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.

[3] Lê em ku bawer dikin, emê bik’evine wê r’ih’etîyê. Ev yek aha ye, çawa ku Xwedê got: «Awa Min ji hêrsa sond xwar got: ‹T’u car ewê nek’evine r’ih’etîya Min!›» Lê Ewê ku ev yek got, şixulêd Wî ji wextê e’firandina dinyayêda xilaz bibûn.

[4] Cîkî bona r’oja h’efta aha hatîye gotinê: «Û Xwedê r’oja h’efta ji h’emû şixulêd Xwe r’ih’et bû» .

[5] Û li vir dîsa dibêje: «T’u car ewê nek’evine r’ih’etîya Min» .

[6] Awa hinekê bik’evine wê r’ih’etîyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebawerîyê nek’etinê.

[7] Bona vê yekê Xwedê r’ojeke din k’ifş dike û dibêje «îro», pey gelek wextar’a, çawa bi zarê Dawid jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serh’işk nîbin» .

[8] Heger Yêşû r’ih’etî dabûya wan, îdî Xwedê wê pey wê yekêr’a bona r’ojeke din xeber neda.

[9] Awa bona cime’ta Xwedê hê r’ojeke r’ih’etîyê mîna r’oja şemîyê heye.

[10] Belê ewê ku dik’eve r’ih’etîya Xwedê, ew îdî ji şixulêd xwe r’ih’et dibe, çawa Xwedê jî ji şixulêd Xwe .

[11] Awa em bikin ku bik’evine wê r’ih’etîyê, wekî t’u kes mîna nebawerîya wan nek’eve r’oja wan.

[12] Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî bir’atir e, ku derbazî h’eta navbera r’uh’ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî e’nene dike.

[13] Û t’u e’firîn ji Wî veşartî nîne, lê her tişt li ber ç’e’vê Wî vekirî û aşkere ye, ku li ber K’îjanî emê h’esabê xwe bidin.

[14] Awa ku Serekk’ahînekî meyî mezin heye, ku e’zmanar’a derbaz bûye, Îsayê Kur’ê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.

[15] Serekk’ahînekî meyî usa t’une, ku bêt’aqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji h’emû alîyada cêr’ibandî ye mîna me, lê t’enê bêgune.

[16] De îdî em mêrk’îmî nêzîkî t’extê Xwedêyî k’eremê bin, wekî r’e’mê bistînin û k’eremê bibînin ku gava em h’ewce bin, alîk’arîya me bike.

Îbranî — Chapters