Filîmon
[1] Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmot’êyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwer’a,
[2] Afîya xûşkr’a û Arxîpoyê hevaleskerê xwer’a û usa jî wê civînêr’a ku mala teda dicive :
[3] De bira k’erem û e’dilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.
[4] Ez her gav ji Xwedêyê xwe r’azî me, gava nava duayêd xweda te bîr tînim birayê Filîmon,
[5] çimkî bona wê h’izkirina teye hindava t’emamîya cime’ta Xwedêda û bawerîya teye hindava Xudan Îsada dibihêm.
[6] Ez dua dikim, wekî heleqetîya teye t’evî me, nava bawerîyêda me bigihîne wê zanebûna k’ûr, ya ku hindava her tiştêd meye qence t’evî Mesîh e.
[7] Bona wê h’izkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cime’ta Xwedê pê te r’ih’et bûye.
[8] Bona vê yekê bi Mesîh çawa bira, min dikaribû turuş kira, e’mirî ser te bikira, çi ku cayîz bû,
[9] lê ji dest h’izkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,
[10] bona lawê xwe Onîsîmo hîvî ji te dikim, yê ku qeydê minda çawa kur’ek minr’a dinê k’et .
[11] Ew wextekê kêrî te nedihat, lê niha hin kêrî te tê, hin jî kêrî min .
[12] Ez wî paşda dişînime cem te, ew cegera min e.
[13] Min dixwest ew cem xwe bihişta, ku dewsa te ber destê min bûya, h’eta ku ez bona Mizgînîyê qeydada me.
[14] Lê bêyî te min nexwest tiştekî bikim, ku qencîya te usa nebe, çawa borcek kiribine stûyê te, lê bi r’ezedilîya te be.
[15] Belkî bona vê yekê ew wextekê ji te dûr k’et, ku ew her t’im bibe p’ara te,
[16] ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir e, çawa birakî delal! Bona min ew çiqasî delal e, lê bona te ewê hê zêde be, hin alîyê xulamtîyêda, hin jî alîyê Xudanda.
[17] Awa heger tu min çawa hevalê xwe h’esab dikî, wî usa qebûl ke, çawa min.
[18] Heger ewî neheqîk jî li te kiribe, yan tiştekî deyndarê te be, ser min h’esab ke.
[19] Ez Pawlos bi destê xwe dinivîsim: Ezê li te veger’înim (lê ez bi vê yekê naxwazim bêjime te, ku tu jîyîna xweva deyndarê min î.)
[20] Niha, birayê minî ji Xudanda, vê qencîyê bona min bike, bona xatirê Mesîh dilê min r’ih’et ke.
[21] Ez guhdarîya teda guman bûm, lema jî min ev yek ter’a nivîsî, çimkî ez zanim tê ji gotina min zêdetir bikî.
[22] Pêştirî vê yekê jî, minr’a cîkî mayînê hazir ke, çimkî gumana min heye, ku Xwedêyê caba duayêd we bide, min paşda bide we.
[23] Êpafrasê bona navê Mesîh Îsayî t’evî min girtî, te silav dike,
[24] usa jî Marqos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa, heval-xebatêd min.
[25] K’erema Xudan Îsa Mesîh t’evî r’uh’êd we be.