Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 8:27

[1] Û Ewî wanr’a got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, ku hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, h’eta ku nebînin P’adşatîya Xwedê bi qewat tê».

[2] Pey şeş r’ojar’a Îsa t’evî Xwe Petrûs, Aqûb û Yûh’enna hildan û r’akirine ç’îyakî bilind, li wir ew t’enê bûn. Hingê r’engê Wî li ber ç’e’vê wan hate guhastinê.

[3] K’incêd Wî usa çîl-qerqaş bûn û haqasî biriqîn, ku li ser r’ûyê e’rdê t’u tiştekî k’incsipîkirinê nikaribû ew haqasî sipî bikira.

[4] Hingê Êlyas û Mûsa wanva xuya bûn û t’evî Îsa xeber dan.

[5] Petrûs Îsar’a got: «Dersdar, çawa r’ind e ku em vir in! De emê sê h’olika çêkin, yekê Ter’a, yekê Mûsar’a û yekê jî Êlyasr’a».

[6] Ew usa tirsîya bûn, ku Petrûs nizanibû çi bêje.

[7] Wê gavê e’wrek derk’et li ser wan kire sî û dengek ji e’wr hat: «Ev e Kur’ê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!»

[8] Nişkêva şagirta li dora xwe nihêr’î, pêştirî Îsa kesek nedîtin.

[9] Çaxê ji ç’îyê dihatine xwarê, Îsa t’emî li wan kir got: «Çi ku we dît t’u kesîr’a nebêjin, h’eta ku Kur’ê Mêriv ji mirinê r’anebe».

[10] Şagirta ev t’emî xwey kir û ji hevdu pirsîn, k’a me’na vê r’abûna ji mirinê çi ye.

[11] Û wana jê pirsî: «Gelo çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?»

[12] Ewî jî wanr’a got: «R’ast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kur’ê Mêriv wê gelekî cefê bik’işîne û bê bêhurmetkirinê?

[13] Lê Ez wer’a dibêjim, Êlyas hatîye jî û çawa ku bona wî hatibû nivîsarê, usa jî serê wî kirin, çawa ku dilê wan xwest».

[14] Gava veger’îyane cem şagirtêd din, dîtin li dora wan e’laleteke giran girtîye û qanûnzan jî wanr’a k’etibûne de’wê.

[15] Hingê t’emamîya e’laletê ku Îsa dît, gelekî e’cêbmayî ma, berbi Wî bezîn û silav danê.

[16] Îsa ji şagirta pirsî: «Hûn bona çi wanr’a k’etine de’wê?»

[17] Ji nav e’laletê merivekî lê veger’and û got: «Dersdar! Min kur’ê xweyî r’uh’ê lalva girtî anî cem Te.

[18] K’îderê ku pê digire wî e’rdê dixe, k’ef dêv dik’eve, diran lê dikine ç’irke-ç’irk û r’eq dibe. Min hîvî ji şagirtêd Te kir, ku vî r’uh’î derxin, lê nikaribûn».

[19] Îsa li wan veger’and û got: «Hey nisilê nebawer! H’eta k’engê Ezê t’evî we bim? H’eta k’engê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».

[20] Wana kur’ik anîne cem Îsa. Gava ku r’uh’ê h’eram Îsa dît, pêr’a-pêr’a kur’ik veç’ir’ikand. Ew k’ete e’rdê, k’ef dêv k’et û p’irpitî.

[21] Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji k’engêva ev yeka t’evî wî diqewime?» Ewî got: «Ji zar’otîyêda.

[22] Û vî r’uh’î gelek cara eva avîtîye nava êgir û avê, ku wî bikuje. Lê heger ji destê Te tê, tiştekî bike bira gunê Te li me bê, alîk’arîya me bike!»

[23] Îsa wîr’a got: «Te got çi? ‹Heger ji destê te tê?› Bona yê bawer dike her tişt dibe».

[24] Wê gavê bavê kur’ik kire qîr’în û got: «Ez bawer dikim. Alîk’arîya nebawerîya min bike!»

[25] Gava Îsa dît ku e’lalet dibeze, t’opî ser Wî dibe, li r’uh’ê h’eram hilat û got: «Hey r’uh’ê ker’ û lal, Ez e’mirî ser te dikim: Ji kur’ik derk’eve û careke din nek’evî nava wî!»

[26] R’uh’ kire qîr’în, kur’ik qayîm veç’ir’ikand jê derk’et. Û kur’ik bû mîna mirîya, usa ku geleka digot: «Ew mir!»

[27] Lê Îsa destê wî girt, ew r’akir. Kur’ik jî r’abû sekinî.

[28] Çaxê Îsa k’ete malê, şagirtêd Wî başqe jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?»

[29] Îsa li wan veger’and û got: «Cinê vî cûr’eyî bi t’u tiştî dernayê, pêştirî bi dua ».

[30] Ji wir çûn û nav Celîlêr’a derbaz bûn. Îsa nedixwest ku kes vê yekê bih’ese,

[31] çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanr’a digot: «Kur’ê Mêriv wê bik’eve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêr’a r’oja sisîya wê r’abe».

[32] Lê wana ev gotin fe’m nedikir, ditirsîyan jî ku ji Wî bipirsin.

[33] Û ew hatine Kefernahûmê. Gava Îsa malda bû, ji şagirta pirsî: «Hûn r’êda bona çi hevr’a k’etibûne de’wê?»

[34] Wana dengê xwe nekir, çimkî r’êda nav hevda xeber dabûn, k’a ji wan k’î ye yê herî mezin.

[35] Îsa r’ûnişt, gazî her donzdeha kir û wanr’a got: «Heger yek dixwaze bibe yê pêş, gerekê ew bibe yê herî paş û xulamê h’emûya».

[36] Û destê zar’okekê girt, nav wanda da sekinandinê, paşê ew zar’ok da h’emêza Xwe û wanr’a got:

[37] «K’î zar’okeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û k’î ku Min qebûl ke, ew ne ku Min, lê Yê ku Ez şandime qebûl dike».

[38] Yûh’enna Îsar’a got: «Dersdar! Me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê».

[39] Lê Îsa got: «Pêşîyê li wî negirin. Kesek t’une ku bi navê Min k’eremetekê bike û pêr’a-pêr’a bikaribe hindava Minda xirab xeber de.

[40] Çimkî ewê ku ne miqabilî me ye, ew pişta me ye.

[41] Ez r’ast wer’a dibêjim, ewê ku t’ase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn p’ara Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke.

[42] K’î ku ji van biç’ûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji r’ê derxe, wîr’a hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava be’rê.

[43] Heger destê te, te ji r’ê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu qop bik’evî jîyînê, ne ku du destêd te hebin û her’î ce’nimê, nava agirê ku qet natemire.

[45] Heger nigê te, te ji r’ê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu bê nig bik’evî jîyînê, ne ku du nigêd te hebin û bêyî avîtinê ce’nimê.

[47] Heger ç’e’vê te, te ji r’ê derdixe, wî derxe! Bona te hê qenc e, ku tu bi ç’e’vekî bik’evî P’adşatîya Xwedê, ne ku du ç’e’vê te hebin û bêyî avîtinê ce’nimê.

[48] Wê derê ‹ewê ji kurmê nemirî bêne kotinê û agirê jî netemire› .

[49] Çimkî her merivekê bi êgir bê xwêkirinê .

[50] Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şor’ayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şor’ayîya wê bînine cî? Bira te’ma xwê nava weda be û bi hevr’a e’dilayîyêda bijîn».

Marqos — Chapters