[1] Pey çend r’ojar’a Îsa veger’îya Kefernahûmê. Hingê hate bihîstinê, ku Ew malda ye.
[2] Malêda haqas meriv civîyan, h’eta ku li ber dêrî jî cî-sit’ar t’unebû. Îsa xebera mizgînîyê ew hîn dikirin.
[3] Û meriv hatin, ji nav wanda çar meriva şilûşe’tek hildabûn danîne cem Îsa.
[4] Lê ji dest e’laletê r’ê nedîtin ku nêzîkî Îsa bûna, wana banê xanîyê ku Îsa têda bû qul kir û merivê şilûşe’t ber’êva daxistine jêrê.
[5] Gava ku Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşe’t: «Lawo, gunêd te hatine baxşandinê».
[6] Ji qanûnzana hinek wira r’ûniştibûn û dilê xweda digotin:
[7] «Evî han çima usa xeber dide? Eva nigê xwe Xwedêr’a davêje! Pêştirî Xwedê k’î dikare guna bibaxşîne?»
[8] Destxweda r’uh’ê Îsava e’yan bû ku evana aha difikirin, Ewî got: «Hûn çima tiştêd aha dilê xweda difikirin?
[9] K’îjan r’ih’et e, şilûşe’tr’a bêjin: ‹Gunêd te hatine baxşandinê?› yan bêjinê: ‹R’abe ber’a xwe hilde û biger’e?›
[10] Lê wekî hûn bizanibin ku h’ukumê Kur’ê Mêriv heye li ser e’rdê guna bibaxşîne...»
[11] gote yê şilûşe’t: «Ez ter’a dibêjim, r’abe ber’a xwe hilde, her’e mala xwe».
[12] Ew jî pêr’a-pêr’a li ber ç’e’vê her kesî r’abû, ber’a xwe hilda, derk’et û çû. H’emû jî h’eyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: «Me tiştekî usa t’u car nedîtîye!»
[13] Îsa dîsa çû devê golê. T’emamîya e’lalet dihate cem Wî û Ewî jî ew hîn dikirin.
[14] Çaxê Îsa r’êda çû, Lêwîyê kur’ê Halfawo li cîyê xerchildanê r’ûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî r’abû pey Îsa çû.
[15] Gava Îsa mala Lêwîda ser sifrê bû, gelek xercgir û gunek’ar t’evî Wî û şagirtêd Wî li ser sifrê r’ûniştibûn, çimkî yêd pey Wî diçûn gelek bûn.
[16] Gava qanûnzanêd ji nava fêrisîya dîtin ku Îsa t’evî xercgir û gunek’ara li ser sifrê r’ûniştî ye, ji şagirtêd Wî pirsîn: «Çima Ew t’evî xercgir û gunek’ara dixwe û vedixwe?»
[17] Çaxê Îsa bihîst, wanr’a got: «Saxlem ne h’ewcê h’ekîm in, lê nexweş. Ez ne hatime gazî yêd r’ast kim, lê gazî gunek’ara».
[18] Carekê şagirtêd Yûh’enna û fêrisîya r’ojî digirtin. Çend meriv hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtêd Yûh’enna û yêd fêrisîya r’ojîya digirin, lê şagirtêd Te r’ojî nagirin?»
[19] Îsa gote wan: «H’eta ze’va t’evî wan e, gelo dibe ku xwendîyêd de’watê r’ojî bigirin? H’eta ze’va t’evî wan e, ew nikarin r’ojî bigirin!
[20] Lê r’oj wê bên, gava ze’va ji wan bê hildanê, hingê wê r’ojê wê r’ojî bigirin.
[21] T’u kes pê p’arç’ê nû k’inca kevin p’îne nake. Heger usa bike, p’arç’ê k’inca kevinva dirûtî wê zorê li k’inca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hevva her’e.
[22] Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bit’eqîne, hin şeravê unda be, hin jî meşk. Lê şerava nû dikine meşkêd nû».
[23] Îsa r’ojeke şemîyê nava zevîyar’a derbaz dibû û şagirtêd Wî r’êva destpêkirin simbilêd gênim çinîn.
[24] Fêrisîya Îsar’a got: «Binihêr’e! Çima şagirtêd Te tiştê necayîzî r’oja şemîyê dikin?»
[25] Îsa li wan veger’and û got: «We qet nexwendîye ku Dawid ji h’ewcetîyê çi kir, gava ew û yêd pêr’a bir’çî bûn?
[26] Ew wextê Evyatarê serekk’ahînda k’ete Xana Xwedê û nanê Xwedêr’a dayî xwar, ku ew nan pêştirî k’ahîna ne cayîz bû yekî din bixwara. Serda jî ew nan da yêd t’evî xwe» .
[27] Paşê ser gotina Xweda zêde kir gote wan: «R’oja şemîyê bona însên hate danînê, ne ku însan bona r’oja şemîyê!
[28] Awa gotî Kur’ê Mêriv Xudanê r’oja şemîyê ye jî».