[1] Ewana derbazî wî berî gola Celîlê bûn û gihîştine t’opraxêd Girasînê.
[2] Gava ku Îsa ji qeyikê derk’et, hingê ji nav gor’istana merivek r’astî Wî hat, ku r’uh’ê h’eram pêr’a bû.
[3] Ew nav gor’istanada dima û t’u kesî îdî nikaribû bi zincîra jî ew girêda.
[4] Çimkî gelek cara ew bi qeyd û zincîra girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şkênandibûn. T’u kesî nikaribû ew zeft bikira.
[5] T’imê şev û r’oj gor’istanada û serê ç’îya dikire qîr’în, pê kevira xwe birîndar dikir.
[6] Gava ewî dûrva Îsa dît, bezî, xwe avîte ber niga
[7] û bi dengekî bilind kire qîr’în û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kur’ê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»
[8] Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: «Hey r’uh’ê h’eram! Ji vî merivî derk’eve!»
[9] Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Ewî jî got: «Navê min K’omesker e, çimkî em gelek in».
[10] Û gelekî r’eca ji Îsa dikir, ku wan ji wê t’opraxê dernexe.
[11] Wir li sîngê ç’îyê sûrîkî berazayî mezin diç’êrîya.
[12] R’uh’êd h’eram r’eca ji Îsa kirin û gotin: «Me bişîne nava beraza, em bik’evine nava wan».
[13] Ewî jî îzin da wan, r’uh’êd h’eram derk’etin û k’etine nava beraza. Ew sûrî nêzîkî du h’ezar beraza bû, ew jorda r’evî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn.
[14] Berazvan r’evîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Û binelî hatin ku tiştêd bûyî bibînin.
[15] Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinak’etîyî ku k’omeskereke cina pêr’a bû, k’incê wî lê, ser h’işê xweda hatî r’ûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.
[16] Ewêd ku ev yek dîtibûn cime’têr’a gilî kirin, ku çi hate serê wî cinak’etî û beraza.
[17] Hingê wana r’eca ji Îsa kir, ku Ew ji e’rdê wan her’e.
[18] Gava Îsa k’ete qeyikê, ewî ku cinak’etî bû, r’eca jê kir, ku t’evî Wî her’e.
[19] Lê Îsa nehişt û jêr’a got: «Veger’e mala xwe û neferêd mala xwer’a bêje, ku Xudan bona te çi kir û çawa li te hate r’e’mê».
[20] Ew jî çû û destpêkir çi ku Îsa bona wî kiribû qeza Dêkapolîsêda bela kir û her kes e’cêbmayî dima.
[21] Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbazî wî berê din bû, e’laleteke giran li dora Wî civîya. Gava Ew li devê golê bû,
[22] yekî ji serwêrêd k’inîştê ku navê wî Yayîro bû hate cem Wî, gava wî Îsa dît, xwe avîte nigêd Wî,
[23] gelek r’eca jê kir û got: «Qîzika min li ber mirinê ye. Were û destêd Xwe dayne ser wê, ku qenc be û bijî».
[24] Îsa r’abû t’evî wî çû. E’laleteke giran pey Wî diçû û tengasî didane Wî.
[25] Wir k’ulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû.
[26] Ewê gelekî destê h’ekîmada k’işandibû û h’emû hebûka xwe xerc kiribû, lê t’u ç’are lê nebibû û serda hê xirab bibû.
[27] Ewê derheqa Îsada bihîst, piştêva hate nava e’laletê û li k’incê Wî k’et.
[28] Çimkî ewê dilê xweda digot: «Heger ez t’enê k’incê Wî jî k’evim, ezê qenc bim».
[29] Û pêr’a-pêr’a xûn jê ç’ikîya û bedena xweda t’exmîn kir, ku ji êşa xwe qenc bû.
[30] Îsa destxweda pê h’esîya ku qewatek jê çû, nav e’laletêda zivir’î û pirsî: «K’ê li k’incêd Min k’et?»
[31] Şagirtêd Wî gotin: «Tu dibînî ku e’lalet tengasîyê dide Te, lê Tu dibêjî: ‹K’ê li Min k’et?›»
[32] Lê Îsa dor-berê Xwe dinihêr’î ku bibîne, k’ê ev yek kir.
[33] Hingê k’ulfet li xwe h’esîya ku çi li wê qewimî, bi tirsê û lerizekê hat xwe avîte ber Wî û her tişt r’ast got.
[34] Îsa wêr’a got: «E’vdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet her’e û ji êşa xwe qenc be».
[35] Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê k’inîştê meriv hatin û gotin: «Qîza te mir, îdî ze’metê nede Dersdar».
[36] Lê Îsa guh neda gotina wan, wî serekê k’inîştêr’a got: «Netirse, t’enê bawer bike!»
[37] Ewî nehişt ku kes pey Wî her’e, pêştirî Petrûs, Aqûb û Yûh’ennayê birê wî.
[38] Çaxê gihîştine mala serekê k’inîştê, Îsa dît wê hêwerza wan e, digirîn û dikine qar’e-qar’.
[39] Gava Ew k’ete hindur’, wanr’a got: «Çima hûn dikin qalme-qalm û digirîn? Zar’ nemirîye, lê hênijîye».
[40] Wana qerfê xwe pê dikir. Lê Îsa h’emû derxistine derva, dê û bavê qîzikê t’evî her sê şagirtêd Xwe hildan û k’ete cîyê ku qîzik lê bû.
[41] Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê fe’mkirinê: «Qîzik, ez ter’a dibêjim, r’abe!»
[42] Qîzik pêr’a-pêr’a r’abû û ger’îya. Ew donzdeh salî bû. Ewêd ku dîtin h’işê serê wan çû.
[43] Îsa h’işk t’emî li wan kir, ku vê yekê kesîr’a nebêjin û wanr’a got, ku xwarinê bidine wê.