[1] Îsa ji wir r’abû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê ç’emê Ûrdunê bû. Dîsa e’laletê li dora Wî girt û çawa e’detê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin.
[2] Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û jê pirsîn, wekî Wî bicêr’ibînin: «Gelo li gora Qanûnê r’ast e, ku mêr jina xwe ber’de?»
[3] Îsa caba wan da û got: «Mûsa çi t’emî da we?»
[4] Wana got: «Mûsa îzin da, ku mêr k’axaza jinber’danê binivîse û jinê ber’de» .
[5] Lê Îsa wanr’a got: «Ji dest serh’işkîya we Mûsa ev t’emî wer’a nivîsî.
[6] Lê serê sêrîda, wextê e’firandinê Xwedê ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin› .
[7] ‹Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire
[8] û her du wê bibine bedenek› . Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in.
[9] Bona vê yekê ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne».
[10] Gava ew dîsa malda bûn, şagirta bona vê meselê ji Wî pirsîn.
[11] Îsa wanr’a got: «K’î ku jina xwe ber’de û yeke din bistîne, hindava wêda zinêk’arîyê dike
[12] û heger jin jî mêrê xwe ber’de û yekî din bistîne, zinêk’arîyê dike».
[13] Awa zar’ok danîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan, lê şagirt li yêd danîn hilatin.
[14] Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs k’et û wanr’a got: «Bira ew zar’ok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî P’adşatîya Xwedê p’ara yêd aha ye.
[15] Ez r’ast wer’a dibêjim, k’î P’adşatîya Xwedê mîna zar’okekê qebûl neke, ew t’u car nak’eve nava wê».
[16] Paşê ew zar’ dane h’emêza Xwe, destê Xwe danî ser wan û dua li wan kir.
[17] Gava Îsa r’îya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna h’eta-h’etayê war bim?»
[18] Îsa wîr’a got: «Tu çima Minr’a dibêjî qenc? Qenc t’enê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din t’une.
[19] Tu t’emîya zanî: ‹Nekuje, zinêk’arîyê neke, nedize, şe’detîya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire› ».
[20] Ewî got: «Dersdar, ev h’emû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine».
[21] Îsa lê nihêr’î, ew h’iz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Her’e çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li e’zmên hebe. Û pey Min were ».
[22] Li ser vê gotinê ewî r’eng avît, me’dekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.
[23] Îsa li dora Xwe nihêr’î û şagirtêd Xwer’a got: «Dewletîyar’a çiqas ze’met e, ku bik’evine P’adşatîya Xwedê!»
[24] Şagirt ser van gotinêd Wî e’cêbmayî man, lê Îsa dîsa dûmayî kir û got: «Lawno! Wanr’a çiqas ze’met e, bik’evine P’adşatîya Xwedê, yêd ku gumana xwe datînine ser dewleta xwe!
[25] Deve wê qula derzîyêr’a hê r’ih’et derbaz be, ne ku dewletî bik’eve P’adşatîya Xwedê».
[26] Şagirt gelekî e’cêbmayî man û hevr’a gotin: «Îdî k’î dikare xilaz be?»
[27] Îsa li wan nihêr’î û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê ji destê Xwedê tê, çimkî Xwedê dikare her tiştî bike».
[28] Hingê Petrûs destpêkir jêr’a got: «Awa me h’emû tişt hiştîye û pey Te hatine».
[29] Îsa wanr’a got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, t’u kes t’une ku bona Min û Mizgînîyê mal, yan bira, yan xûşk, yan dê, yan bav, yan zar’, yan e’rdêd xwe hiştibin,
[30] û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, dîya, zar’a û e’rda t’evî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jîyîna h’eta-h’etayê.
[31] Lê gelekêd pêş wê bibine yêd paş û yêd paş wê bibine yêd pêş».
[32] Awa ew li ser r’ê bûn û hevraz diçûne Orşelîmê, Îsa li pêşîya wan diçû, şagirt e’cêbmayî diman û ewêd li pey dihatin ditirsîyan. Ewî dîsa her donzdeh dane alîkî û destpêkir ew tiştêd ku wê serê Wî biqewimîyana wanr’a got:
[33] «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kur’ê Mêriv wê bik’eve destê serekêd k’ahîna û qanûnzana. Ewê jêr’a kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya
[34] û ewê qerfê xwe li Wî bikin, t’ûkinê, bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û r’oja sisîya wê ji mirinê r’abe».
[35] Hingê kur’êd Zebedî, Aqûb û Yûh’enna nêzîkî Îsa bûn û gotinê: «Dersdar, em dixwazin wekî em ji Te çi hîvî kin, Tu bona me bikî».
[36] Ewî jî ji wan pirsî: «Hûn çi dixwazin ku Ez bona we bikim?»
[37] Wan jêr’a got: «Îzinê bide ku r’ûmeta Teda ji me yek li milê Teyî r’astê, yê din jî li milê Teyî ç’epê r’ûnê».
[38] Îsa wanr’a got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê k’asê vexwin, ya ku Ezê vexwim? Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi k’îjanê Ezê bême nixumandinê?»
[39] Wana jêr’a got: «Em dikarin». Îsa wanr’a got: «Belê hûnê vexwin ji wê k’asa ku Ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku Ezê pê bême nixumandinê,
[40] lê îzina li milê Minî ç’ep û r’astê r’ûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, k’îjanar’a hatine hazirkirinê».
[41] Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji Aqûb û Yûh’enna ma.
[42] Lê Îsa ew gazî cem Xwe kirin û got: «Hûn zanin yêd ku nav miletada serwêr têne h’esabê, serdestîyê li wan dikin û giregirêd wan jî h’ukumî ser wan dikin.
[43] Lê nava weda bira usa nîbe. K’î ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we.
[44] Û k’î ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê h’emûya.
[45] Çimkî Kur’ê Mêriv jî nehatîye ku jêr’a berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û e’mirê Xwe bide ku geleka bik’ir’e».
[46] Paşê ew hatine Erîhayê. Gava Îsa t’evî şagirtêd Xwe û e’laleteke giranva ji bajêr derk’et, Kur’ê Tîmeyo, Bartîmeyoyê kor li ser r’ê r’ûniştibû p’ars dikir.
[47] Gava bihîst ku Îsayê Nisretê derbaz dibe, destpêkir kire qîr’în û got: «Îsayê Kur’ê Dawid, li min were r’e’mê!»
[48] Geleka li wî hilat, wekî dengê xwe bibir’e, lê ewî hê dikire qîr’în û digot: «Kur’ê Dawid, li min were r’e’mê!»
[49] Îsa sekinî û got: «Gazî wî kin». Gazî yê kor kirin û wîr’a gotin: «Ç’e’vê te r’onik! R’abe ser xwe, gazî te dike».
[50] Ewî jî p’otê xwe avît, banzda ser xwe û hate cem Îsa.
[51] Îsa jê pirsî: «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Yê kor jêr’a got: «Dersdar, dixwazim ç’e’vêd min bibînin».
[52] Û Îsa jêr’a got: «Her’e, bawerîya te tu qenc kirî». Û wî çaxî ç’e’vêd wî dîtin, da pey Îsa çû.