[1] Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine ç’îyayê Zeyt’ûnê û gundêd Beytfacê û Beytanyayê, hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin
[2] û wanr’a got: «Her’ine wî gundê pêşberî xwe. Hema çawa ku hûn bik’evinê, hûnê ce’şikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin.
[3] Û heger yek ji we bipirse û bêje: ‹Hûn çima vê yekê dikin?› bêjinê: ‹Xudanr’a lazim e û wê destxweda bişîne vir›».
[4] Ew şagirt çûn û li ber derî li k’ûçê, ce’şikeke girêdayî dîtin. Gava vedikirin,
[5] hinekêd wir sekinî pirsîn: «Hûn çi dikin? Çima wê ce’şikê vedikin?»
[6] Şagirta caba wan usa da, çawa ku Îsa wanr’a gotibû. Û ew hiştin.
[7] Ce’şik Îsar’a anîn, k’incêd xwe avîtine ser wê û Ew li wê sîyar bû.
[8] Geleka k’incêd xwe ser r’ê r’adixistin, hineka jî ji k’ewşên ç’iqilêd dara dibir’în, ser r’ê r’adixistin.
[9] Yêd li pêşîya Wî û pey Wî ku diçûn dikirine qîr’în: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê!
[10] Bimbarek e ew P’adşatîya bavê me Dawide ku tê. Hosanna Yê Herî Jorinr’a! »
[11] Îsa k’ete Orşelîmê, çû p’aristgehê. Ç’e’vê Xwe li her tiştî ger’and, lê çimkî îdî êvar bû, t’evî her donzdeha çû Beytanyayê.
[12] R’oja dinê, gava ew ji Beytanyayê derdik’etin, Îsa bir’çî bû.
[13] Dûrva dareke hêjîrêye belgdayî dît, berbi wê çû, k’a tiştekê ser hebe. Gava gihîşte darê, pêştirî belga tiştek nedît, çimkî hê ne wextê hêjîra bû.
[14] Hingê Ewî wê darêr’a got: «Bira îdî t’u kes t’u car berê te nexwe». Şagirtêd Wî ev gotin bihîstin.
[15] Û ew hatine Orşelîmê. Îsa k’ete p’aristgehê û destpêkir ewêd ku p’aristgehêda dik’ir’în û difirotin derxistine derva. T’extêd p’ereguhêr’a û k’ursîyêd kevotkfiroşa welger’andin
[16] û nehişt, ku t’u kes tiştekî p’aristgehêr’a derbaz ke.
[17] Ew hîn kirin û got: «Çima ne nivîsar e: ‹Mala Min wê bona h’emû mileta mala dua bê h’esabê› ? Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa› ».
[18] Serekêd k’ahîna û qanûnzana ev yek ku bihîstin, destpêkirin ku çawa bikin Wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji Wî ditirsîyan, çimkî t’emamîya e’laletê ser hînkirina Wî zendegirtî mabû.
[19] Gava ku r’o çû ava, Ew ji bajêr derk’etin.
[20] Serê sibehê, gava ewana ber darêr’a derbaz bûn, dîtin ku ew dara hêjîrê r’awê xweva h’işk bûye.
[21] K’ete bîra Petrûs û ewî Îsar’a got: «Dersdar, dîna Xwe bidê, ew dara hêjîrêye ku Te nifir’ lê kir h’işk bûye».
[22] Îsa wanr’a got: «Bawerîya we bira ser Xwedê hebe.
[23] Ez r’ast wer’a dibêjim, k’î ku vî ç’îyayîr’a bêje: ‹R’abe xwe bavêje be’rê› û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe.
[24] Bona vê yekê Ez wer’a dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standîye û xwestina we wê bê sêrî.
[25] Û gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî e’zmana jî neheqîyêd we bibaxşîne we.
[26] Lê heger hûn nebaxşînin, Bavê weyî e’zmana jî neheqîyêd we nabaxşîne we».
[27] Û ew dîsa hatine Orşelîmê. Dema ku Îsa p’aristgehêda diger’îya, serekêd k’ahîna, qanûnzan û r’ûspî hatine cem Wî
[28] û jê pirsîn: «Tu bi çi h’ukumî van kira dikî? K’ê ev h’ukum daye Te, ku Tu van kira bikî?»
[29] Îsa wanr’a got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî wer’a bêjim, ku Ez bi çi h’ukumî van kira dikim:
[30] H’ukumê nixumandina Yûh’enna ji e’zmên bû yan ji meriva? Caba Min bidin!»
[31] Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji e’zmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›
[32] Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû?..›» Ew ji e’laletê ditirsîyan, çimkî h’emûya qebûl kiribû ku Yûh’enna r’ast p’êxember bû.
[33] Caba Îsa dan û gotin: «Em nizanin». Îsa wanr’a got: «Ez jî wer’a nabêjim ku Ez bi çi h’ukumî van kira dikim».