[1] Û bi mesela dest bi xeberdanê kir, wanr’a got: «Merivekî r’ezê tirîya danî, dora wê sûr kir, h’ewzekî tirîh’incir’andinê têda k’ola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi k’irê da r’ezvana, çû welatekî din.
[2] Wextda xulamek şande cem r’ezvana, wekî ji wî r’ezî berê p’ara xwe ji wan bistîne.
[3] Lê wana ew girt, k’utan û destvala ver’êkirin.
[4] Û wî dîsa xulamekî din şande cem wan, lê wana serî lê şkênand û ew r’obet kirin.
[5] Ewî yekî din şand, wana ew jî kuşt. Wî gelekêd din şandin, wana hinek ji wan k’utan û hinek jî kuştin.
[6] Bona wî t’enê yek mabû ku bişanda, kur’ê xweyî delal. Xulese r’abû ew jî şand û got: ‹Hilbet wê ji kur’ê min şerm bikin›.
[7] Lê ev r’ezvanêd han li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em vî bikujin, mîrat’ê mer’a bimîne›.
[8] Hingê ew girtin kuştin û cinyazê wî ji r’ez derxistine der.
[9] De îjar xweyê r’ez wê çi bike? Ne ewê bê qir’a r’ezvana bîne û r’ez bide hinekêd din?
[10] Çima we ew nivîsar nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta t’exsîr kir, ew bû serê e’nîşkê.
[11] Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber ç’e’vê me h’eyr-h’ujmek’ar e!› »
[12] Serwêrêd cihûya fe’m kirin, ku Îsa ev mesele anî ser wan, kirin ku Wî bigirin, lê ji e’laletê tirsîyan, k’erba Ew hiştin û çûn.
[13] Paşê wana hineke ji fêrisîya û piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî, wekî Wî bi xeberêd devê Wî bigirin.
[14] Ewana hatin û jêr’a gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî r’ast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê r’îya Xwedê r’ast hîn dikî. Gelo r’ast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?»
[15] Lê dur’ûtîya wan ku Îsava e’yan bû got: «Çima hûn Min dicêr’ibînin? Minr’a zîvekî bînin ku Ez bibînim».
[16] Wana jêr’a zîvek anî. Ewî ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê k’ê ye?» Wana got: «Yêd Qeyser in».
[17] Îsa wanr’a got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yêd Xwedê ne bidine Xwedê». Û ser Wî e’cêbmayî man.
[18] Sadûqî, ku dibêjin r’abûna mirîya t’une, hineke ji wan hatine cem Îsa û jê pirsîn:
[19] «Dersdar! Mûsa mer’a nivîsîye: ‹Heger birê yekî bêzur’et bimire û jinê stûxar bihêle, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke› .
[20] Awa h’eft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzur’et mir.
[21] Biç’ûkê wî ew jin stand, ew jî bêzur’et mir, usa jî hate serê yê sisîya.
[22] Xulese van her h’eft bira jî ew jin stand û bêzur’et mirin, pey wanr’a jî ew jin mir.
[23] De îjar wê R’oja R’abûnê, gava mirî r’abin, eva jina wê k’îjan birayîr’a bik’eve? Çimkî her h’efta jî ewa standibû».
[24] Îsa li wan veger’and û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê?
[25] Gava yêd mirî ji mirinê r’abin, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, çimkî ewê mîna milyak’etêd e’zmana bin.
[26] Lê derheqa r’abûna mirîyada, çima we K’itêba Mûsada nexwendîye serhatîya dara dir’îyêda ku çawa Xwedê Mûsar’a dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im› ?
[27] Ew ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye. Hûn lap xalifî ne!»
[28] Qanûnzanekî ku şer’-de’wê wan bihîst û dîna xwe jî dayê, ku Îsa çawa qenc caba wan da, nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: «K’îjan t’emî ser h’emû t’emîyar’a ye?»
[29] Îsa lê veger’and: «Ev e t’emîya ser t’emîyar’a: ‹Bibihê, Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e .
[30] Xudan Xwedêyê xwe h’iz bike, bi t’emamîya dilê xwe, bi t’emamîya canîya xwe, bi t’emamîya h’işê xwe û bi t’emamîya qewata xwe› .
[31] Ya duda jî ev e: ‹Hevalê xwe weke xwe h’iz bike› . Ji van mestir t’u t’emî t’une».
[32] Îjar qanûnzan Wîr’a got: «R’ast e, Dersdar! Te r’ast got, ku ‹Xudan yek e û ji Wî pêştir yekî mayîn t’une› .
[33] Û ‹bi t’emamîya dil, bi t’emamîya aqil, bi t’emamîya qewatê Xwedê h’izkirin› û ‹hevalê xwe jî weke xwe h’izkirin› ser her dîyarîyêd t’evayîşewatê û qurbanêd mayînr’a ye» .
[34] Îsa dîna Xwe dayê, ku wî bi aqilî caba xwe da, jêr’a got: «Tu ji P’adşatîya Xwedê ne dûr î». Pey vê yekêr’a, îdî t’u kesî newêribû tiştek ji Wî bipirsîya.
[35] Gava ku Îsa p’aristgehêda hîn dikir, got: «Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kur’ê Dawid e?
[36] Ne Dawid xwexa pê R’uh’ê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî r’astê r’ûnê, h’eta ku Ez dijminêd Te bikime binê p’îyêd Te› .
[37] Awa Dawid xwexa ku Wî ‹Xudan› h’esab dike, îdî Ew çawa dibe kur’ê Dawid?» Wê e’laleta giran bi dil û eşq guhdarîya Îsa dikir.
[38] Hînkirina Xweda Ewî got: «H’evza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku h’iz dikin bi çuxêd dirêj biger’in, bazarada silavê bidine wan,
[39] k’inîştada k’ursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin r’ûnên.
[40] Evana alîkîva malêd jinebîya h’ûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwek’ifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».
[41] Îsa li pêşberî p’eredanga p’aristgehê r’ûnişt û dîna Xwe dayê, ku e’laletê çawa p’ere davîtine p’eredangê. Gelek dewletîya gelek avîtinê.
[42] Jinebîke belengaz jî hat û du pol, ku dikire qur’ûşek, avîtê.
[43] Îsa şagirtêd Xwe gazî cem Xwe kirin û wanr’a got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van h’emûya ze’ftir avîte p’eredangê,
[44] Van h’emûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengazîya xweda çî wê hebû ku pê e’bûrê xwe bikira h’emû avîtê».