Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:16

[1] Wan r’ojada dîsa e’laleteke giran civîya. Tiştekî wanî xwarinê t’unebû ku bixwarana, Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got:

[2] «Gunê Min li vê e’laletê tê. Ev sê r’oj e t’evî Min e û tiştekî wanî xwarinê t’une.

[3] Heger Ez wan bir’çî ver’êkime malêd wan, dilê wanê r’êva xweva her’e û ji van hinek jî ji cîyêd dûr hatine».

[4] Şagirtêd Wî lê veger’andin û gotin: «Li vê ber’îyê emê ji k’u haqas nan dest xin, ku vê cime’tê t’êr kin?»

[5] Îsa ji wan pirsî: «Çend nanêd we hene?» Wana got: «H’eft».

[6] Hingê e’mir kir ku e’lalet ser e’rdê r’ûnê. Ewî ew h’eft nan hildan şikirî da, ew kerkirin û paşê dane şagirtêd Xwe, ku daynine ber e’laletê. Wana ew danîne ber wan.

[7] Û çend me’sîyêd wane hûr jî hebûn. Îsa bona wan jî şikirî da û got: «Van jî daynine ber e’laletê».

[8] Wana xwar û t’êr bûn. Paşê h’eft zembîl ji hûrikêd bermayî berev kirin.

[9] Ewêd ku xwarin, weke çar h’ezar meriva bûn. Gava ku Îsa ew ver’êkirin,

[10] pêr’a-pêr’a t’evî şagirtêd Xwe k’ete qeyikê û çûne qeza Dalmanûtayê.

[11] Fêrisî hatin û destpêkirin Îsar’a k’etine de’wê. Ew dicêr’ibandin û ji Wî nîşanek ji e’zmên dixwestin.

[12] K’ûr k’eser hatê û got: «Çima eva nisila li nîşanekê diger’e? Ez r’ast wer’a dibêjim ku vî nisilîr’a nîşanek nayê dayînê».

[13] Wî ew hiştin, dîsa k’ete qeyikê û derbazî wî berî golê bû.

[14] Îjar şagirta bîr kiribû ku xwer’a nan hildana. Li cem wan, qeyikêda pêştirî nanekî tiştekî wanî xwarinê t’unebû.

[15] Îsa t’emî da wan û got: «Miqatî xwe bin, h’evza xwe ji hevîrtir’şkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin».

[16] Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me t’une, lema aha dibêje».

[17] Îsava e’yan bû ku ew çi dibêjin û wanr’a got: «Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we t’une? Hela hê hûn fe’m nakin? Û serê weda r’ûnanî, hela hê hûn nagihîjine gilîya?

[18] Ç’e’vê we hene, hûn nabînin? Guhê we hene, hûn nabihên? Çawa nayê bîra we ,

[19] çaxê Min pênc nan bona pênc h’ezar meriva kerkirin? We ji hûrikêd bermayî çend seleyêd t’ijî berev kirin?» Wan lê veger’and û gotin: «Donzdeh».

[20] «Û gava Min h’eft nan bona çar h’ezar meriva kerkirin, we çend zembîlêd t’ijî bermayî berev kirin?» Wan got: «H’eft».

[21] Îsa wanr’a got: «Lê çima hûn hê fe’m nakin?»

[22] Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî.

[23] Ewî jî destê merivê kor girt, ji gund derxiste der, t’ûyî ç’e’vêd wî kirin û destêd Xwe danîne ser wî, pirsî: «Tu tiştekî dibînî?»

[24] Ewî jî li jorê nihêr’î û got: «Ez meriva dibînim, lê mîna dara ne, ku diger’in».

[25] Dîsa Îsa destêd Xwe danîne ser ç’e’vêd wî, kor zûr’ bû nihêr’î û ç’e’vêd wî vebûn, her tişt zelal dît.

[26] Îsa ew şande mala wî û jêr’a got: «Nek’eve nava gund» .

[27] Îsa t’evî şagirtêd Xwe çû gundêd Qeyserîya Fîlîpoyê û r’êda ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi t’exmîna meriva Ez k’î me?»

[28] Wan lê veger’and û gotin: «Hinek dibêjin ‹Yûh’ennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, hinekêd mayîn jî dibêjin ‹yek ji p’êxembera ye›».

[29] Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi t’exmîna we Ez k’î me?» Petrûs lê veger’and û gotê: «T’u Mesîh î».

[30] Ewî t’emî li wan kir, ku derheqa Wîda kesîr’a tiştekî nebêjin.

[31] Pey vê yekêr’a Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kur’ê Mêriv gelekî cefê bik’işîne, ji alîyê r’ûspîya, serekêd k’ahîna û qanûnzanada bê t’exsîrkirinê û kuştinê, lê r’oja sisîya ji mirinê r’abe.

[32] Ewî ev yek zelal got. Hingê Petrûs Ew da alîkî û lê hilat.

[33] Lê Îsa ser milê Xweva zivir’î û li şagirtêd Xwe nihêr’î, li Petrûs hilat û got: «Ji ber ç’e’vê Min betavebe, cino! Çimkî nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».

[34] Paşê Îsa gazî e’laletê û şagirtêd Xwe kirin, wanr’a got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înk’ar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê.

[35] Çimkî k’î ku dixwaze e’mirê xwe xilaz ke, ewê wî unda ke û k’î ku e’mirê xwe bona Min û Mizgînîyê unda ke, ewê wî xilaz ke.

[36] Çi feyde heger meriv t’emamîya dinyayê qazinc ke, lê e’mirê xwe unda ke?

[37] Yan jî meriv çi dikare ber e’mirê xweva bide?

[38] Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunek’arda şerm h’esab ke, Kur’ê Mêriv jî wê wî şerm h’esab ke, gava r’ûmeta Bavê Xweva t’evî milyak’etêd pîroz bê».

Marqos — Chapters