Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:54

[1] Fêrisîya û hinek qanûnzanêd ku ji Orşelîmê hatibûn, dora Îsa girtin.

[2] Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd h’eram, awa gotî destneşûştî nan dixwin.

[3] Fêrisî û h’emû cihû pey r’aw-r’izimêd kal û bavêd xwe diçin, h’eta ku destêd xwe r’ind neşon, nanê xwe naxwin

[4] û ji bazarê jî çi tînin, h’eta avê nexin, naxwin . Gelek e’detêd din jî hene, ku ji kal û bava hildane û diqedînin: Mesele, mîna şûştina t’asa, şerbika û firaqêd sifire mayîn .

[5] Hingê fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtêd Te pey r’aw-r’izimêd kal û bava naçin û bi destêd h’eram nan dixwin?»

[6] Ewî li wan veger’and û got: «Îşaya bona we dur’ûya r’ast p’êxembertî kirîye! Çawa ku hatîye nivîsarê: ‹Eva cime’ta bi zarê xwe qedirê Min digire, lê dilê wan ji Min dûr e.

[7] Badîhewa Min dih’ebînin, t’emîyêd meriva çawa qanûnêd Min cime’tê hîn dikin› .

[8] Hûn t’emîyêd Xwedê dihêlin û pey r’aw-r’izimêd merivayîyê dik’evin».

[9] Û got: «Hûn t’emîyêd Xwedê r’ind didine alîkî, wekî r’aw-r’izimêd xwe xwey kin.

[10] Mesele, Mûsa gotîye: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwer’a bêje, gerekê bê kuştinê› .

[11] Lê hûn dibêjin: ‹K’î ku dîya xwe yan bavê xwer’a bêje: Ew alîk’arîya ku gerekê ji min bigihîje te, ew «qurban» e›, (awa gotî dîyarîk e ku Xwedêr’a tê dayînê)

[12] hûn îdî nahêlin ku ew tiştekî dê û bavê xwer’a bike!

[13] Bi vî awayî, hûn bi wan r’aw-r’izimêd xweye ku derbazî nisilêd nû dikin, xebera Xwedê dikine xwelî. Û hûn gelek tiştêd aha dikin».

[14] Hingê Îsa e’lalet dîsa gazî cem Xwe kir û gote wan: «Hûn h’emû guhdarîya Min bikin û fe’m kin.

[15] Tiştekî usa t’une, ku ji derva bik’eve nav-dilê mêriv û wî bih’er’imîne, lê ew tiştêd ku ji dil dertên, ew mêriv dih’er’imînin.

[16] Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê» .

[17] Gava ji e’laletê qetîya hate mal, şagirtêd Wî me’na wê meselê jê pirsîn.

[18] Îsa li wan veger’and û got: «Hûn hê nagihîjine gilîya? Çima hûn fe’m nakin, çi ku ji derva dik’eve nav-dilê mêriv, nikare wî bih’er’imîne.

[19] Çimkî ew ne ku dik’evine dilê wî, lê diçine zikê wî û ji wir jî dertên derva». (Bi vî awayî Îsa da k’ifşê, ku h’emû xwarin jî h’elal in.)

[20] Û got: «Ew tiştêd ku ji dilê mêriv derdik’evin, ew wî dih’er’imînin.

[21] Çimkî ji hindur’, ji dilê meriv fikirêd xirab derdik’evin: Qavî, dizî, kuştin,

[22] zinêk’arî, timayî, xirabî, fêlbazî, toltî, ç’e’vê xirab, buxdanbêjî, k’ubarî û bêaqilî.

[23] Ev h’emû tiştêd xirab ji dil derdik’evin û mêriv dih’er’imînin».

[24] Îsa ji wê derê r’abû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bih’esîya, lê nikaribû Xwe veşarta.

[25] K’ulfeteke ku qîzika wê r’uh’ê h’eramva girtî bû, bona Îsa pê h’esîya, lez hat û xwe avîte ber nigêd Wî.

[26] Ew k’ulfet yûnan bû, e’silê xweda jî ji Fînîkya Sûryayê bû. Wê lava ji Îsa kir, ku cin ji qîza wê derxe.

[27] Îsa wêr’a got: «Bihêle bira pêşîyê zar’ t’êr bin, çimkî ne r’ast e ku nan ber zar’a hildin û bavêjine ber sa».

[28] Ewê li Wî veger’and û got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ber zar’aye binê sifrêda mayî dixwin?»

[29] Hingê Ewî k’ulfetêr’a got: «Bona xatirê vê gotina te, tu dikarî her’î. Cin ji qîzika te derk’et».

[30] K’ulfet jî çû mala xwe, dîna xwe dayê, wê qîzik nav nivînêda p’alda ye û cin jî jê derk’etîye.

[31] Pey wê yekêr’a Îsa ji sînorê Sûrê derk’et, nava Saydêr’a derbaz bû, qeza Dêkapolîsêr’a hate gola Celîlê.

[32] Merivekî ker’ û lal anîne cem Wî û lava jê kirin ku destê Xwe dayne ser wî.

[33] Îsa ew meriv ji e’laletê qetand, t’ilîyêd Xwe kirine guhêd wî, destê Xweda t’ûkir, li zimanê wî da.

[34] Û berê Xwe e’zmênda kir, k’eser hatê û got: «Effata!» ku tê fe’mkirinê: «Vebe!»

[35] Û dest xweda guhêd wî bihîstin, zimanê wî vebû û zelal dest bi xeberdanê kir.

[36] Îsa t’emî li wan kir, ku kesîr’a nebêjin. Lê Ewî çiqas t’emî li wan dikir, wana haqas zêde bela dikir.

[37] Meriv gelekî e’cêbmayî mabûn û digotin: «Evî h’emû tişt qenc kir: Hin ker’a dide bihîstinê, hin jî lala dide xeberdanê».

Marqos — Chapters