Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:13

[1] Serê sibehê zû serekêd k’ahîna t’evî r’ûspîya, qanûnzana û t’emamîya civîna giregirar’a şêwirîn. Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato.

[2] Pîlato ji Wî pirsî û got: «Tu yî P’adşê cihûya?» Ewî cab da û got: «Te bi devê xwe got».

[3] Hingê serekêd k’ahîna gelek tiştada avîtine Wî.

[4] Pîlato dîsa ji Wî pirsî û got: «Tu qet cabekê nadî? Dîna Xwe bidê, ku çiqasî davêjine Te!»

[5] Lê Îsa îdî t’u cab neda wî, h’eta ku Pîlato şaş ma.

[6] Awa her Cejina Derbazbûnêda e’detê welî bû, ku girtîkî cime’têr’a ber’de, k’îjan ku wan bixwesta.

[7] Girtîk kelêda hebû navê wî Barabas, ku t’evî r’aberîk’arêd hevalêd xwe serhildanêda mêr kuştibûn.

[8] E’lalet civîya û ji welî xwest ku ew li anegorî wî e’detê xwe xwestina wan bike.

[9] Pîlato jî wanr’a got: «Hûn dixwazin wekî ez bona we P’adşê cihûya ber’dim?»

[10] Ewî zanibû ku serekêd k’ahîna ji dest h’evsûdîyê Îsa dabûne destê wî.

[11] Lê serekêd k’ahîna hê nav e’laletê dan, ku bixwazin wekî Barabas bona wan bê ber’danê.

[12] Pîlato dîsa ji wan pirsî û got: «Lê ez îdî Ewî çawa bikim, yê ku hûn jêr’a P’adşê cihûya dibêjin?»

[13] Wana kire qîr’în û gotin: «Wî xaç ke!»

[14] Pîlato wanr’a got: «Çima? Evî çi xirabî kirîye?» Lê wana hê dikire qîr’în: «Wî xaç ke!»

[15] Pîlato xwest ku e’lalet r’azî kira, Barabas bona wan ber’da. Û Îsa da ber qamçîya û da destê wan, wekî bê xaçkirinê.

[16] Hingê eskera Ew bire hindur’ê serayê, awa gotî h’ewşa qesira welî û h’emû r’efa eskera li ser civandin.

[17] Çuxekî şîrk lê kirin û t’acek ji stirîya vegirtî dane sêrî.

[18] Destpêkirin silav danê û gotin: «Xweş be P’adşê cihûya!»

[19] Pê qamîş li serê Wî dixistin, t’ûyî Wî dikirin û li ser çoka li ber Wî ta dibûn.

[20] Lê pey qerfkirinêr’a, ew çuxê şîrk jê êxistin, k’incêd Wî lê kirin û birine derva ku Wî xaç kin.

[21] Şimh’ûnê ji Kûrênê, bavê Skender û R’ûfo wirr’a derbaz dibû, ku ji k’ewşên dihat. Eskera p’êyî ser wî kirin ku xaçê Îsa hilde.

[22] Îsa birine wî cîyê ku jêr’a Golgota digotin, ku tê fe’mkirinê: «Cîyê Qafa».

[23] Şerava zimir t’evkirî danê ku vexwe, lê Wî venexwar.

[24] Ew xaç kirin, ser k’incêd Wî p’eşk avîtin, k’a k’êr’a wê çi bik’eve, nava xweda bela kirin .

[25] Û sibehê sih’et nehe bû, gava Ew xaç kirin.

[26] Nivîsara neheqîya Wî aha nivîsar bû: «P’ADŞÊ CIHÛYA».

[27] T’evî Wî du qaçax jî xaç kirin, yek li milê Wîyî r’astê, yê din li milê Wîyî ç’epê.

[28] Bi vî awayî ew nivîsar hate sêrî, ya ku dibêje: «Ew t’evî zulmk’ara hate h’esabê» .

[29] Û ewêd ku wirr’a diçûn-dihatin, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dih’ejandin û digotinê: «Hêyî! Ne Teyê p’aristgeh hilşanda û sê r’ojada çêkira,

[30] de Xwe xilaz ke, ji xaç were xwarê!»

[31] Usa jî serekêd k’ahîna t’evî qanûnzana nav xweda qerfê xwe lê dikirin û digotin: «Xelq xilaz kir, lê Xwe nikare xilaz ke!

[32] De bira niha Mesîh, P’adşê Îsraêlê ji xaçê bê xwarê, wekî em bibînin û bawer bikin». Yêd t’evî Wî hatibûne xaçkirinê jî te’n li Wî dixistin.

[33] Nîvro ji sih’eta donzdeha h’eta sih’eta sisîya, t’emamîya e’rdê bû te’rî.

[34] Û sih’eta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîr’în û got: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku tê fe’mkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»

[35] Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Binihêr’in, Ew gazî Êlyas dike».

[36] Ji wan yek bezî, lûfika be’rê hilda sirkêda kir, qamîşekîva danî û dirêjî Wî kir, ku vexwe û got: «Bisekinin. Em bibînin k’a Êlyasê bê Wî bîne xwarê».

[37] Îsa bi dengekî bilind kire qîr’în û r’uh’ê Xwe da.

[38] Wî çaxî p’er’da p’aristgehê ji sêrî h’eta binî qelişî, bû du tîşa.

[39] Sersedê ku li pêşberî Îsa sekinî bû, gava dît ku Îsa çawa r’uh’ê Xwe da , got: «R’astî jî eva Meriva Kur’ê Xwedê bû!»

[40] Li wê derê k’ulfet jî hebûn, ku dûrva li vê yekê dinihêr’în. Meryema Mejdelanî, Meryema dîya her du bira, Aqûbê biç’ûk û Yûsês û usa jî Seloma nav wanda bûn.

[41] Evana hingê, gava Îsa li Celîlê bû, pey Wî diçûn û jêr’a xizmetk’arî dikirin. Pêştirî van, gelek k’ulfetêd din jî wir hebûn, ku t’evî Îsa hatibûne Orşelîmê.

[42] Ev yek r’oja t’ivdarekkirinê bû, awa gotî r’oja berî şemîyê. Berê êvarê

[43] Ûsivê Arîmetyayî hat, ew yekî xweyîqedir û endemê civîna giregira bû. Ew xwexa jî li hîvîya P’adşatîya Xwedê bû. Wî turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest.

[44] Pîlato bihîst ku Îsa îdî mirîye, e’cêbmayî ma. Gazî sersed kir û jê pirsî: «R’ast e ku Ew usa zû mirîye?»

[45] Gava ew ji sersed e’seyî pê h’esîya, cinyaz da Ûsiv.

[46] Wî qedekê k’itanî k’ir’î, cinyaz anî xwarê, pê k’efen kir, t’irbekêda danî, ya ku qeyêda k’olayî bû. Kevirek hol kire ber derê t’irbê.

[47] Meryema Mejdelanî û Meryema dîya Yûsês dîtin ku ew li k’u derê hate definkirinê.

Marqos — Chapters