[1] Îsa ji wira derk’et û çû cî-misk’enê Xwe. Şagirtêd Wî jî pey Wî çûn.
[2] Çaxê r’oja şemîyê hat, Wî k’inîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji k’u anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêr’a hatîye dayînê? Û ev çi k’eremet in ku bi destê Wî diqewimin?
[3] Ne Ev necar e? Ne Ev kur’ê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimh’ûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.
[4] Îsa wanr’a got: «P’êxember t’u cîyî ne bêqedir e, pêştirî nava cî-misk’enê xwe, merivêd xwe û mala xweda».
[5] Ewî li wê derê nikaribû t’u k’eremet bikira, t’enê destê Xwe danî ser çend nexweşa û ew qenc kirin.
[6] Ew ser nebawerîya wan e’cêbmayî ma. Îsa li gundêd dor-bera diger’îya û hîn dikir.
[7] Wî her donzdeh gazî cem Xwe kirin, destpêkir ew cot-cot şandin û h’ukumê li ser r’uh’êd h’eramr’a da wan.
[8] T’emî da wan û got: «Bona r’ê, pêştirî şivdara destê xwe t’u tiştî xwer’a hilnedin: Ne nan, ne tûrik û ne jî p’era ber pişta xweda.
[9] Çarixêd xwe bikine p’îyê xwe, lê du dest kiras xwer’a hilnedin».
[10] Serda zêde kir gote wan: «Ew mala ku hûn bik’evinê, wê malêda jî bimînin, h’eta hûn ji wî cîyî derk’evin.
[11] Ew cîyêd ku we qebûl nekin û guhdarîya gotina we nekin, ji wir derk’evin û t’oza nigêd xwe dawşînin, wekî wanar’a bibe şe’detî».
[12] Ew jî r’ê k’etin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê veger’in.
[13] Wana gelek cin derdixistin û r’ûn li gelek nexweşa didan û ew qenc dikirin.
[14] Hêrodes p’adşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derk’etibû. Hineka digot: «Eva Yûh’ennayê nixumdar e ji nav mirîya r’abûye. Lema jî pê wî k’eremet têne kirinê».
[15] Lê hineka jî digot: «Eva Êlyas e». Hinekêd din jî digotin: «Eva p’êxemberekî mîna p’êxemberêd berê ye».
[16] Lê gava Hêrodes ev yek bihîst, got: «Eva ew Yûh’enna ye, yê ku min serê wî lêxistîye, ji nav mirîya r’abûye!»
[17] Çimkî Hêrodes xwexa Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xwe standibû, lê Yûh’enna jêr’a çend cara gotibû: «Ne r’ast e ku tu jina birê xwe bistînî». Hêrodes jî k’erbî Hêrodîyayê Yûh’enna dabû girtinê, girêdabû û avîtibû kelê.
[19] Lema Hêrodîyayê k’în Yûh’ennar’a dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû,
[20] çimkî Hêrodes ji Yûh’enna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûh’enna merivekî r’ast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî t’evîhev dibû , lê dîsa bi h’ewas guh dida gotina wî.
[21] Awa carekê mecal vebû. Hêrodes bona r’oja bûyîna xwe, e’silzada, serh’ezarêd eskera û giregirêd Celîlêr’a mesref danî.
[22] Gava qîza Hêrodîyayê k’ete hindur’ û r’eqisî, ev yek li dilê Hêrodes û t’eglîfkirîyêd li ser sifrê r’ûniştî xweş hat. Hingê p’adşê gote qîzikê: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te».
[23] Û wî jêr’a sond xwar got: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te, h’eta nîvê p’adşatîya xwe jî!»
[24] Qîzik derk’ete derva û çû ji dîya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Dîya wê jî got: «Serê Yûh’ennayê nixumdar».
[25] Qîzikê lezand çû cem p’adşê û xwestina xwe jêr’a got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûh’ennayê nixumdar li ser sinîyê bidî min».
[26] P’adşa gelekî ber xwe k’et, lê çimkî li ber t’eglîfkirîya sond xwaribû, nexwest sozê xwe betal kira.
[27] P’adşê pêr’a-pêr’a e’mirî ser celat kir, ku her’e serê Yûh’enna bîne. Celat jî çû kelêda, serê wî lêxist
[28] û li ser sinîyê anî û da keç’ikê. Ewê jî ew hilda bir da dîya xwe.
[29] Gava şagirtêd Yûh’enna ev yek bihîstin, hatin cinyazê wî birin kirine t’irbê.
[30] Û şandî veger’îyane cem Îsa, h’emû tiştêd ku kiribûn û hîn kiribûn jêr’a gotin.
[31] Îsa wanr’a got: «De werin em t’enê her’ine cîkî xewle û hinekî r’ih’et bin». Çimkî gelek dihatin û diçûn, wana mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana.
[32] Û ew t’enê bi qeyikê çûne cîkî xewle.
[33] Lê geleka ku çûyîna wan dît, ew nas kirin, ji h’emû bajara peya bezîn û berî wan gihîştine wî cîyî.
[34] Çaxê Îsa ji qeyikê derk’et û Wî e’laleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat, çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin.
[35] Îdî çimkî dereng bû, şagirtêd Îsa hatin û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, wext jî îdî dereng e.
[36] Cime’tê ber’de ku ew her’ine gund û bergêd der-dora û xwer’a tiştêd xwarinê bik’ir’in».
[37] Lê Îsa li wan veger’and û got: «Hûn xurek bidine wan!» Jêr’a gotin: «Em her’in bahê dusid zîvî nan bik’ir’in û wan bidine xwarinê?»
[38] Îsa wanr’a got: «Her’in binihêr’in, k’a çend nanêd we hene». Gava ku pê h’esîyan, gotin: «Pênc nan û du me’sî hene».
[39] Wî e’mir kir ku h’emû jî k’om-k’om li ser gîhayê şîn r’ûnên.
[40] Ew jî k’om-k’om, sed-sed, pêncî-pêncî li e’rdê r’ûniştin.
[41] Îsa her pênc nan û her du me’sî hildan, berê Xwe e’zmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber e’laletê. Û her du me’sî jî li h’emûya bela kir.
[42] H’emûya xwar û t’êr bûn.
[43] Ji wan nan û me’sîya donzdeh seleyêd t’ijî hûrik berev kirin.
[44] Yêd ku ji wî nanî xwarin weke pênc h’ezar mêrî bûn.
[45] Destxweda Ewî p’êyî ser şagirtêd Xwe kir, ku bik’evine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, h’eta ku Xwexa cime’tê ver’êke.
[46] Pey ver’êkirinêr’a r’abû çû serê ç’îyê, ku dua bike.
[47] Gava ku r’o çû ava, qeyik nava golêda bû û Îsa t’enê devê golê bû.
[48] Îsa dît ku şagirt bêrk’işandinêda gelekî ze’metê dik’işînin, çimkî ba miqabilî wan bû. Nêzîkî qereberbangê Îsa ser golêr’a peya diçû nêzîkî wan dibû. Wî xwest ku ber wanr’a derbaz bûya,
[49] lê çaxê wana dît ku Îsa ser golêr’a peya diçe, wan t’irê xeyaleke ku dibînin û kirine qîr’în.
[50] Çimkî h’emûya jî Ew dît û tirsîyan. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im. Netirsin!»
[51] Hingê Ew k’ete qeyikê cem wan û ba sekinî. Şagirt e’cêbmayî man, h’işê serê wan çû,
[52] çimkî ew qewimandina li ser nên hê serê wanda r’ûneniştibû, fe’mê wan dadayî bû.
[53] Ew derbazî wî berî golê bûn û li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê, qeyîk cî kirin.
[54] Gava ji qeyikê peya bûn, cime’tê pêr’a-pêr’a Îsa nas kir.
[55] Ew t’emamîya wê qezayê virda-wêda bezîn û destpêkirin nexweş nivînava danîne wî cîyê ku dibihîstin Îsa lê bû.
[56] Her cîyêd ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku t’enê li r’îşîyêd k’incêd Wî k’evin. Û h’emûyêd ku lê dik’etin, ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.