Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:58

[1] Gava Îsa ji p’aristgehê derk’et, ji şagirtêd Wî yekî Wîr’a got: «Dersdar! Hela dîna Xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne!»

[2] Îsa li wî veger’and û gotê: «Tu van avayîyêd mezin dibînî? Ev h’emûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!»

[3] Gava Îsa li ç’îyayê Zeyt’ûnê, li pêşberî p’aristgehê r’ûniştibû, Petrûs, Aqûb, Yûh’enna û Endrawis başqe jê pirsîn:

[4] «Bêje me, ew tişt wê k’engê biqewimin? Û berî qewimandina wan h’emûya, çi nîşanê bibin?»

[5] Hingê Îsa destpêkir û wanr’a got: «Haş ji xwe hebin, ku t’u kes we nexapîne.

[6] Gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.

[7] Gava hûn dengê şer’a û be’sa şer’a bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye.

[8] Miletê r’abe ser milet, p’adşatîyê r’abe ser p’adşatîyê, cî-cîya wê e’rdh’ej û xelayî-celayê bibin. Lê ev h’emû mîna êşa k’ulfetê ye, ku destpêdike pê digire.

[9] Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û k’inîştada we bik’utin. Bona Min wê we ber welî û p’adşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şe’detîyê bidin.

[10] Gerekê pêşîyê Mizgînî h’emû miletar’a bê dayînê.

[11] Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi wer’a bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê R’uh’ê Pîroz.

[12] Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kur’ê xwe. Zar’ê r’abine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê.

[13] Û bona navê Min hûnê ber ç’e’vê h’emûya r’eş bin. Lê ewê ku h’eta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.

[14] Awa çaxê hûn wê ‹h’eramîya wêrankirinê› bibînin, li wî cîyê necayîz sekinî», (ewê ku dixûne bira fe’m bike) «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira bir’evine ç’îya.

[15] Û ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê û nek’eve hindur’, wekî tiştekî hilde.

[16] Û ewê ku k’ewşênda ye bira veneger’e ku p’otê xwe hilde.

[17] Lê wey li h’emla û destdergûşa wan r’ojada!

[18] Dua bikin ku ev yek zivistanêda neqewime.

[19] Çimkî wan r’ojada wê tengasîke usa bibe, wekî ji r’oja ku Xwedê dinya e’firandîye h’eta niha nebûye û ne jî wê bibe.

[20] Heger Xudan ew r’oj kin nekirina, t’u kes xilaz nedibû, lê bona xatirê wan bijartîyêd ku Wî bijartine, ew r’oj kin kirine.

[21] Hingê, heger yek wer’a bêje: ‹Mesîh va ye li vir e›, yan jî: ‹Wa ye dera han e›, bawer nekin.

[22] Çimkî mesîh û p’êxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û k’eremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin.

[23] Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda wer’a got.

[24] Lê wan r’ojada, pey wê tengasîyêr’a, ‹r’ûyê r’oyê wê bê girtinê û hîvê r’onaya xwe nede,

[25] steyrkê ji e’zmên bik’evin, û t’opêd e’zmana wê ji r’îyêd xwe derên › .

[26] Û hingê wê bibînin, Kur’ê Mêriv bi qewata mezin û r’ûmet e’wrava tê .

[27] Wî çaxî Ewê milyak’etêd Xwe bişîne û bijartîyêd Xwe ji her çar qulba berev ke, ji p’er’êd e’rdê girtî h’eta p’er’êd e’zmên.

[28] Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin: Çaxê ku ç’iqilêd wê ter’ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e.

[29] Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Ew nêzîk e, li ber şêmîkê ye.

[30] Ez r’ast wer’a dibêjim, eva nisila derbaz nabe, h’eta ku ev h’emû tişt neqewimin.

[31] E’rd û e’zmanê derbaz bin, lê gotinêd Min t’u car derbaz nabin.

[32] Lê bona wê r’ojê û wê sih’etê t’u kes nizane, ne milyak’etêd e’zmên û ne jî Kur’, lê t’enê Bav.

[33] Haş ji xwe hebin! H’işyar bimînin! Çimkî hûn nizanin k’engê wextê pêr’a bigihîje.

[34] Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdik’eve r’êwîtîyê. Berî çûyînê t’emîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û e’mirî ser dergehvan dike, ku h’işyar bimîne.

[35] Bona vê yekê h’işyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxê malê wê k’engê bê, êvarê yan nîvê şevê, yan wextê bangdana dîka, yan serê sibehê.

[36] Nebe ku nişkêva Ew bê û we xewêda bigire.

[37] Ez çi wer’a dibêjim, h’emûyar’a dibêjim: H’işyar bimînin!»

Marqos — Chapters