Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 2:45

[1] Eva cara sisîya ye ezê ser weda bêm. Çawa nivîsar e: «Gerekê bi devê du yan sê şe’da her tişt bê e’seyîkirinê» .

[2] Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanr’a dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî h’emûyar’a: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê t’u kesî,

[3] çimkî hûn k’etine bin e’nena, ku bizanibin, gelo Mesîh pê min xeber dide. Ew hindava weda ne sist e, lê nava weda qewat e.

[4] R’ast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindavaweda emê bijîn t’evî Wî.

[5] Hûn dilê xwe bicêr’ibînin, k’a hûn nava bawerîyêda ne? Xwe e’nene kin. Hûn fe’m nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, t’enê cêr’ibandinêda hûn pênebûyî nîbin?

[6] Lê guman heye, ku hûnê fe’m bikin, ku em ne pênebûyî ne.

[7] Lê em dua ji Xwedê dikin, ku hûn xirabîyê nekin, ne ku wekî em cêr’ibandinêda qenc k’ifş bin, lê wekî hûn qencîyê bikin, heger em pênebûyî jî k’ifş bin.

[8] Çimkî em nikarin tiştekî li r’astîyê bikin, lê t’enê bona k’ara wê.

[9] Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn t’am bigihîjin.

[10] Bona van yeka ez dûrva wer’a dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda h’işkîyê bikim bi wî h’ukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.

[11] Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey e’dilayîyê bin û Xwedêyê h’izkirinê û e’dilayîyê wê t’evî we be.

[12] Silavê bidine hev bi r’amûsana şîrê h’elal. T’emamîya cime’ta Xwedê li we silav dike.

[13] K’erema Xudan Îsa Mesîh, h’izkirina Xwedê û heleqetîya R’uh’ê Pîroz t’evî we h’emûya be.

Korint’î Ii — Chapters