Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:07

[1] Ez dixwazim ku hûn bikaribin hinekî bêh’işîya min bibihêrin! Lê bikin ku bibihêrin jî!

[2] Ez k’umr’eşîyê we dikim, bi wê k’umr’eşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîr’a, awa gotî Mesîhr’a nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bik’ir li ber Wî bidime sekinandinê.

[3] Lê t’enê ez ditirsim, tuwere çawa me’r bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew h’işê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrh’elalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin .

[4] Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, k’îjan me dannasîn nekirîye, yan r’uh’ekî din hûn distînin, k’îjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta r’ind dibin.

[5] Lê bi t’exmîna min ez t’u tiştîva ji wan şandîyêd e’yane ha kêmtir nînim!

[6] Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek h’emû alîyava her tiştîda nîşanî we daye.

[7] Gelo min gune kir, ku Mizgînîya Xwedê bê heq da we, xwe jî ber we şkênand, ku hûn bilind bin?

[8] Min civînêd mayîn t’alan kirin ji ber heqê xweva, wekî xizmetk’arîyê wer’a bikim.

[9] Û gava ez li cem we bûme h’ewcê tiştekî, min giranî neda ji we t’u kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî .

[10] Bi wê r’astîya Mesîh, ya ku nava minda ye, r’ûspîtîya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê.

[11] Çima ez aha dikim? Ez we h’iz nakim? Wê yekê Xwedê zane!

[12] Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî r’ê nek’eve wan, yêd ku me’nîya diger’in, wekî p’eyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin.

[13] Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, p’alêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe r’ast.

[14] Û ev yek ne tiştekî e’cêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyak’etê r’onayîyê.

[15] Hilbet ne tiştekî mezin e, ku xizmetk’arêd wî jî bik’evine dilqê xizmetk’arêd heqîyê. Axirîya wanê weke e’melêd wan be.

[16] Dîsa dibêjim, bira t’u kes min bêh’iş h’esab neke. Lê heger hûn dikin jî, îdî bira min mîna yekî bêh’iş qebûl kin, ku ez jî hinekî p’eya bême xwe.

[17] Çi ku dibêjim, r’ast e li Xudan xweş nayê, lê çawa yekî bê h’emdî xwe, ber bayê navê xwe k’etî.

[18] Gelek bi merivayî p’eyê xwe didin, ezê jî p’eya bême xwe.

[19] Hûn merivne serwaxt in, lema bi dilekî şa li bêh’işa sebir dikin!

[20] Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we k’ara xwer’a dide xebatê, yan ser wer’a k’ubar dibe, yan r’ûyê we dixe.

[21] Ez bi şermîyê dibêjim, ku em wê yekêda pênebûyî bûn! Heger yek r’ûyê wî digire bi tiştekî bifir’e, r’ûyê min jî digire, (ez vê yekê ji bêfe’mîya xwe dibêjim).

[22] Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji r’ik’inyata Birahîm in? Ez jî.

[23] Qulixk’arêd Mesîh in? (Bêh’işî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan ze’ftir xebitîme, ji wan ze’ftir k’etime kela, ji wan ze’ftir lêdan xwarîye, gelek cara h’eta ber derê mirinê jî çûme.

[24] Bi destê cihûya pênc cara, ji çilî yek kêm, bi qamçîya hatime lêdanê ,

[25] sê cara bi destê r’omîya bi şiva hatime lêdanê, carekê ez dame ber kevira, sê cara r’astî gemîwelger’andinê hatime, şev û r’ojekê be’rêda mame .

[26] Gelek r’êwîtîyêd xweda nava cûr’e-cûr’e qede-belada bûme: Ji ç’ema, ji r’êbir’a, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser be’rê, ji birayêd derew .

[27] Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, t’î-bir’çî, gelek cara bê nan, sermê û bêsit’arîyêda bûm.

[28] Pêştirî tiştêd mayîn, xemêd h’emû civînaye her r’oj jî ser min t’op dibin.

[29] Gava yek ser h’alê xweda digirî, ez jî t’evî wî digirîm! Gava yek ji r’ê tê derxistinê, dilê min jî diqilqile!

[30] Heger lazim be ez p’eyê xwe bidim, ezê ser h’alêd xweye sist p’eya bême xwe.

[31] Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku h’eta-h’etayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim.

[32] Bajarê Şamêda welîyê berdestîyê Arêtas p’adşa, bona ku min bigire, nobedar dabûne ber dergehêd bajêr ,

[33] ez pê sepetê p’encerekêr’a sûrêva daxistime xwarê û ji destê wî r’evîm.

Korint’î Ii — Chapters