Galatî 1
[1] Ez Pawlosê şandî, ne ku ji alîyê merivada yan bi destê meriva k’ifşbûyî me, lê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedê, Yê ku Ew ji mirinê r’akir,
[2] ez bi h’emû bawermendava t’evayî berbir’î we civînêd Galatyayêda dibim.
[3] De bira k’erem û e’dilayîya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be,
[4] Yê ku canîya Xwe anegorî e’mirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.
[5] Şikir ji Xwedêr’a h’eta-h’etayê! Amîn.
[6] Ez e’cêbmayî dimînim, ku hûn usa zû pişta xwe didine Xwedêyê ku bi saya k’erema Mesîh gazî we kir û berê xwe didine mizgînîke din.
[7] R’ast mizgînîke din t’une, lê hinek hene we t’evî hev dikin û dixwazin Mizgînîya Mesîh biguhêzin.
[8] Lê heger em yan milyak’etek jî ji e’zmên bê, mizgînîke usa bide we, k’îjan ku ne mîna wê Mizgînîyê ye, ya ku me daye we, bira nifir’ li wî be!
[9] Çawa me pêşda got, niha jî dîsa dibêjim: Heger yek mizgînîke ne mîna wê Mizgînîya ku we qebûl kir dide we, bira nifir’ li wî be!
[10] Çima ez niha dikim meriv ji min r’azî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.
[11] Ez vê yekê li we didime h’esandinê xûşk-birano, ku ew Mizgînîya min dannasîn kir, ne ya merivayî ye.
[12] Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva e’yan kir.
[13] We bona bêp’ergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye. Min bêh’esab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim.
[14] Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm, alîyê r’aw-r’izima kal-bavada jî gelekî xweyîxîret bûm .
[15] Lê gava Xwedê xwest, (Yê ku ez bijartim, çaxê ez hê zikê dîya xweda bûm û bi k’erema Xwe ez k’ifş kirim),
[16] Kur’ê Xwe minva e’yan kir, ku nava necihûyada Wî dannasîn kim, hingê min şêwira xwe t’u kesî nekir ,
[17] ne jî r’abûme Orşelîmê, cem ewêd ku berî min bibûne şandî, lê ez pêr’a-pêr’a çûme E’rebistanê û dîsa veger’îyame Şamê.
[18] Paşê sê sala şûnda r’abûme Orşelîmê, ku Petrûs bibînim û panzdeh r’oja cem wî mam .
[19] Lê belê ji şandîyêd mayîn min t’u kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.
[20] Çi ku wer’a dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim.
[21] Paşê çûme alîyêd Sûryayê û Kîlîkyayê.
[22] Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez r’û bi r’û nas nedikirim.
[23] Wana t’enê bihîstibû ku: «Ewê wextekê em dizêrandin, niha xwexa wê bawerîyê dannasîn dike, k’îjan wî wextekê dikir ku xirab ke».
[24] Û bona min şikirî didane Xwedê.