[1] Derheqa k’omekdayîna cime’ta Xwedêda ev tiştekî zêde ye, ku ez wer’a binivîsim.
[2] Çimkî ez wê r’ezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we fir’naq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva k’arê xwe k’omekdayînê kirîye û ev xîretk’êşîya we, gelek ji nav wanda leqandine.
[3] Û ez jî wan birayêd xwe dişînim, wekî fir’naqîya mine hindava weda, wê yekêda betal derneyê, lê hûn usa hazir bin, çawa min wanr’a gotîye,
[4] ku nebe heger mekedonî t’evî min bên û bibînin hûn ne hazir in, em şermî bin (naxwazim bêjim hûn jî) wê gumanêda, ya ku em weda guman bûn.
[5] Lema jî min r’ê têr’a dît, hîvî ji bira kir, ku berî min bêne cem we û t’ivdarekê wê p’êşk’êşa gumre, ya ku we soz dabû bibînin. Hingê ewê bi r’ezedilîyê hazir be, ne ku bi destê zorê.
[6] Vê yekê bîr nekin: Yê dest dide ber çandinê, wê hindikî jî bidirû, lê yê dest nade ber çandinê, wê gumre jî bidirû.
[7] Dilê her kesîr’a çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdarîyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide h’iz dike.
[8] Xwedê dikare h’emû alîyava ser weda bibarîne, wekî her alîyada her gav h’emû tiştêd weye kêrhatî hebin û zêde be jî bona her kirinêd qenc.
[9] Çawa nivîsar e: «Wî gumre da belengaza, qencîkirina Wî h’eta-h’etayê dimîne» .
[10] Ewê ku t’oxim dide t’oximr’eş û nan jî bona xwarinê, wê t’oxim p’êşk’êşî we ke û zêde ke, berêd qencîkirina we jî bigihîne .
[11] Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her alîyava mer’d bin û ew qencîyêd hûn bi destê me dikin, bibine me’nî ku şikirîyê bidine Xwedê.
[12] Û gava hûn vî qulixî dikin, ne ku t’enê kêmasîya cime’ta Xwedê t’ijî dikin, lê ev yek dike ku Xwedêr’a hê şikirdayîn zêde be.
[13] Ev kirina we r’astîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê mer’danîya we, ku hûn alîk’arîya wan û h’emûya dikin.
[14] Û ewê bona we dua bikin, h’eyra weda bin, bona wê k’erema Xwedêye ser k’erema, ya ku wer’a hatîye dayînê.
[15] Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin!