Skip to content
Opens in a new window

Korint’î Ii 3

Listen to this chapter • 3:15

[1] Gelo em dîsa vediger’in, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka mer’a lazim e em şe’dene’ma ser weda bişînin, yan ji we bistînin?

[2] Ne hûn in şe’dene’mêd me dilê meda nivîsar, alîyê her merivîda naskirî û xwendî?

[3] K’ifş e ku hûn ne’ma Mesîh in bi xizmetk’arîya me nivîsar, ne ku bi h’ubirê, lê bi R’uh’ê Xwedêyê sax, ne ku ser selêd kevirî, lê ser t’extêd dilê xûn û goşt .

[4] Em vê yekê Xwedêda guman in bi saya Mesîh.

[5] Ne ku em ji xwe h’esab dikin ku em layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye.

[6] Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixk’arêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê R’uh’, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê R’uh’ dide jîyînê.

[7] Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi h’erfa k’olayî bû û axirîyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîr’ûmet bû, wekî zar’êd Îsraêl nikaribûn r’ûyê Mûsa binihêr’îyana, ji dest wê şewqa r’ûyê wîyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya ,

[8] lê belê qulixê R’uh’ wê hê çiqas xweyîr’ûmet be?

[9] Çimkî heger ew qulixê ku axirîyê dîwan ser merivada danî, haqas xweyîr’ûmet bû, hê çiqas zêde wê xweyîr’ûmet be ew qulixê ku meriv pê bêsûc dibin.

[10] Belê yê ku xweyîr’ûmet bû, ew bêr’ûmet derk’et ji ber wê r’ûmeta ku ser wêr’a bû.

[11] Heger qulixê ku wê derbaz bibûya biçûya xweyîr’ûmet bû, îdî yê ku wê bimîne, hê çiqas xweyîr’ûmet e!

[12] Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrk’îmî ne.

[13] Em ne mîna Mûsa ne, çawa wî xêlî avîtibû ser r’ûyê xwe, wekî zar’êd Îsraêl h’eta xilazîyê ew r’ûmeta wê derbaz bûya nedîtana .

[14] Belê ew sewdayê xweda fe’mekorî bûn û h’eta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser fe’mê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine p’ara Mesîh.

[15] Belê h’eta îro jî, gava Qanûna Mûsa dixûnin, xêlî ser fe’mê wan dimîne,

[16] lê gava yek li Xudan veger’e, hingê «ew xêlî tê hildanê» .

[17] Û ew Xudan R’uh’ e û R’uh’ê Xudan li k’u derê be, li wê derê jî azayî heye.

[18] Awa em h’emû jî r’ûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa r’ûmeta Xudan vediger’înin û em bi derecêd r’ûmet bi r’ûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîk’arîya Xudan e, ku xwexa R’uh’ e.

Korint’î Ii — Chapters