Skip to content
Opens in a new window

Korint’î Ii 4

Listen to this chapter • 3:06

[1] Bona vê yekê em ji vî qulixî venak’işin, ya ku me bi r’e’ma Xwedê standîye.

[2] Lê belê em ji tiştêd e’ybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em r’astîyê e’yan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.

[3] Lê heger ev Mizgînîya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyîya veşartî ye.

[4] Mîrê vê dinyayêyî neheq şever’eşa kora anîye ser fe’mê nebawera, wekî r’onaya Mizgînîya r’ûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.

[5] Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.

[6] Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji te’rîyê r’onayî derê» , Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em r’ûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji r’ûyê Mesîh dertê.

[7] Lê ev xizne nava me derdanêd h’er’îda heye, wekî bê k’ifşê ku zorayîya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me.

[8] Em her alîyava te’lî-tengîyada ne, lê nav dest-p’îyê tengasîyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin,

[9] xweyîneyar in, lê ne bêyar in, lêdayî-k’etî ne, lê ne undabûyî ne.

[10] Her gav em mirina Îsa bedenêd xweda dibin, wekî jîyîna Îsa jî bedena meda k’ifş be.

[11] Çimkî eme ku sax in, bona Îsa mirinêr’a têne dayînê, wekî jîyîna Îsa jî qalibê meyî mirîda k’ifş be.

[12] Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.

[13] Çawa nivîsar e: «Min bawer kir, lema xeber da» . Xût bi wî r’uh’ê bawerîyê em jî bawer dikin û lema xeber didin.

[14] Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê r’akir, wê me jî t’evî Îsa ji mirinê r’ake û me t’evî we ber xwe bide sekinandinê.

[15] Belê ev h’emû bona we ye, ku gava k’erem hê ser gelekada bir’ije, şikirdarîya r’ûmeta Xwedê jî hê zêde be.

[16] Lema em ji vê yekê venak’işin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda r’oj bi r’oj nûyejîyîn dibin.

[17] Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê r’ûmeta girane h’eta-h’etayêye bê himber.

[18] Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya h’eta-h’etayî ne.

Korint’î Ii — Chapters