[1] Îjar xûşk-birano, em wê k’erema Xwedê weva didine h’esandinê, ya ku civînêd Mekedonyayêr’a hatîye dayînê .
[2] Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêr’ibandinê û nava k’esîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane mer’danîyê.
[3] Ez şe’de me, ku wana weke qewata xwe û ji qewata xwe zêdetir jî bi r’ezedilî didan,
[4] gelekî hîvî jî dikirin, ku em qedirê wan bigirin, bihêlin ku ew t’evî vê k’omekdayîna bona cime’ta Xwedê bin.
[5] Û ne haqas çiqas ku gumana me hebû, lê canîya xwe pêva pêşîyê dane Xudan û paşê me, bi e’mirê Xwedê.
[6] Îdî hingê me ji Tîto hîvî kir, ku ew wî şixulê qencî ku nava weda destpêkir, xilaz ke jî.
[7] Çawa hûn her tiştîda t’êre-t’ijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, t’emamîya xîretêda û wê h’izkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda t’êr-t’ijî bin.
[8] Ez vê xeberdanêda e’mirî ser we nakim, lê wekî hûn ç’e’v bidine xîreta hinekêd din bona k’omekdayînê, dixwazim we bicêr’ibînim, k’a hûn h’izkirinêda çiqas şîrh’elal in.
[9] Çimkî hûn k’erema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: R’ast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we k’esîb bû, wekî hûn bi k’esîbbûna Wî dewletî bin.
[10] Ez vê yekêda fikira xwe wer’a dibêjim: Ev yek bona k’ara we ye, çimkî hê sala parva ne ku t’enê we pêşîyê destpêkir wê yekê bikin, lê usa jî hûn pêşîyê wê yekêr’a r’azî bûn.
[11] De îjar vê kirina xwe bînine sêrî, wekî r’ezedilîya xweda çiqas xîret dikin, haqas jî bînine sêrî, weke qewata xwe.
[12] Çimkî heger hûn bi r’ezedilî k’omekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê k’êva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda t’une.
[13] Ez ne ku firêqetîya hineka dixwazim û tengasîya we, lê wekî her tişt weke hev be.
[14] Niha zêdeya we dikare kêmasîya wan t’ijî ke û r’ojekê jî zêdeya wanê kêmasîya we t’ijî ke. Bi vî awayî wê weke hev derê,
[15] çawa nivîsar e: «K’ê gelek t’op kir, zêde nebû û k’ê hindik t’op kir, kêm nebû» .
[16] Şikir ji Xwedê ku ew xîret da Tîto jî, ku alî we bike.
[17] Ew ne ku t’enê hîvîkirina mer’a r’azî bû, lê xîreta wî jî qebûl nekir, xwest bi r’ezedilî bê cem we.
[18] T’evî wî em wî birayî dişînin, yê ku h’emû civînada bona Mizgînîdayînê pesinê wî didin
[19] û ne ku t’enê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê r’êwîtîya ku em k’omekdayînêr’a qulix dikin, bona r’ûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine k’ifşê.
[20] Em h’evza xwe ji vê yekê jî dikin, ku nebe yek vî qulixê meyî mer’ddayînêda me lomek’ar ke.
[21] Çimkî em dikin r’ast derên, ne ku t’enê li ber Xudan, lê li ber meriva jî.
[22] Em t’evî wan her du bira, birakî xweyî din jî dişînin, yê ku me gelek tiştîda ew cêr’ibandîye û t’imê jî xîretk’êş dîtîye û niha jî hê xîretk’êş e hindava weda, çimkî ew gelekî weda guman e.
[23] Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatk’arê t’evî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona r’ûmeta Mesîh dixebitin.
[24] Awa h’izkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanr’a bidine îzbatkirinê, wekî h’emû civîn wê yekê bibînin.