Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 4:52

[1] Min dik’eve ez p’eya bidime xwe, lê r’astî k’ara wê t’une. Lê belê ezê niha derbazî ser wan dîtin û e’yantîya bim, yêd ku Xudan nîşanî min dane.

[2] Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane), h’eta e’zmanê sisîya hate hilatinê.

[3] Û ez zanim ku ev meriva, (qalibda bû, bê qalib bû, ez nizanim, wê yekê Xwedê zane),

[4] h’eta buhiştê hate hilatinê û tiştêd nayêne gotinê bihîstin ku ji mêriv nak’eve bona wan tişta xeber de jî.

[5] Ezê bona yê ha p’eya bême xwe, lê bona xwe p’eya nadime xwe, pêştirî ser h’alê sistîyêd xwe.

[6] Lê heger ez bixwazim jî p’eyê xwe bidim, ev ne bêh’işî ye, çimkî ez r’astîyê dibêjim. Lê ez xwe digirim, ku nebe yek ser min tiştekî zêde bifikire, pêştirî tiştê ku ji min dibihê yan dibîne.

[7] Û wekî nebe ez bona gelek e’yantîyêd neberh’işa k’ubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minr’a hate dayînê, milyak’etekî ji mîrêcin, ku t’epa bê min, wekî ez k’ubar nebim.

[8] Bona vê yekê min sê cara hîvî ji Xudan kir, ku vê yekê ji min dûr xe,

[9] lê Ewî minr’a got: «K’erema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa h’alê sistîyêd xweda bifir’im, wekî qewata Mesîh nava minda be.

[10] Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û te’lî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.

[11] R’astî min bêh’işî kir ku p’eyê xwe da, lê we p’êyî ser min kir! Gerekê we p’eyê min bida. Ez t’u tiştîva ji wan şandîyêd weye e’yan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne t’u tişt im.

[12] Nîşanêd şandîtîya r’ast, awa gotî nîşan, k’eremet û kirêd qewat, nava weda bi t’emamîya sebirê hatine kirinê.

[13] Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê!

[14] Eva sê car e ez k’arê xwe dikim, ku ser weda bêm. Û ez giranîyê nadime we. Ç’e’vê min ne li hebûka we ye, lê li we ye! Çimkî ne ku gerekê zar’ bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zar’a.

[15] Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-h’alê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we h’iz bikim, gelo hûnê min hindikî h’iz bikin?

[16] Em ha hildin, ku min giranî nedaye we, lê bi ya hineka ezî h’ilek’ar bûme û bi fêlbazîya xwe hûn avîtine t’eleka xwe.

[17] Gelo min bi destê ewêd ku min ser weda şandin, hûn k’ara xwer’a dane xebatê?

[18] Min hîvî ji Tîto kir û ew bira t’evî wî şand. Gelo Tîto hûn k’ara xwer’a dane xebatê? Me bi r’uh’ekî nedikir? Em r’êkêda nediçûn?

[19] Dibe ku hûn t’emamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we r’ûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona k’ara we dibêjin.

[20] Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şer’-de’w hebin, h’evsûdî, hêrsk’etin, hevr’ik’î , xeyb, buxdan, k’ubar-babaxî û bêt’erbetî.

[21] Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, k’îjana pêşda gune kirine û ji kirêd h’eramîyê, bênamûsîyê û toltîyê t’obe nekiribin.

Korint’î Ii — Chapters