Skip to content
Opens in a new window

Korint’î Ii 5

Listen to this chapter • 3:51

[1] Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye h’eta-h’etayê li e’zmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye.

[2] Û belê em vî konîda dine’lin, h’eyra wê yekêda ne, ku mala xweye e’zmanî li xwe wergirin,

[3] wekî, gava em wê xwe wergirin, bê sit’ar k’ifş nebin.

[4] Belê h’eta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dine’lin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê ya e’zmanî ser xwe wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jîyînêda betavebe here.

[5] Xwedê Xwexa em vê yekêr’a hazir kirine û R’uh’ê Xwe çawa bihê ji ber sozê Xweva da me.

[6] Awa em her gav vê yekêda e’seyî guman in. Em zanin h’eta em vî qalibîda dimînin ji Xudan dûr in,

[7] çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina ç’e’va.

[8] Û gumana meye e’seyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin.

[9] Bona vê yekê em dice’dînin, ku heger em bimînin yan derên, t’enê li Wî xweş bên.

[10] Çimkî gerekê em h’emû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan e’melêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî .

[11] Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine r’ayê. Û em Xwedêva jî e’yan in, guman heye, ku em îsafa weva jî e’yan in.

[12] Ne ku em ber we dîsa pesinê xwe didin, lê mecalê didine we, ku hûn bi me bifir’in, wekî tiştekî weyî gotinê wanr’a hebe, yêd ku bi dîtina ç’e’va difir’in, ne ku bi ya dilada.

[13] Heger me h’işê xwe unda kirîye, ew bona Xwedê ye, lê heger em ser h’işê xwe ne, ew bona we ye.

[14] H’izkirina Mesîhe hindava meda p’êyî ser me dike, çimkî em fe’m dikin, ku yek bona h’emûya mirîye, ku usa ye h’emû jî mirine.

[15] Mesîh bona h’emûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona Wî, Yê ku bona wan mir û ji mirinê r’abû.

[16] Çi li me dik’eve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêr’in. R’ast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêr’î, lê niha îdî em usa nanihêr’in.

[17] Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew e’firînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.

[18] Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh t’evî Xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me.

[19] Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya t’evî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanr’a neheqî h’esab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.

[20] Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda r’eca ji we dikin, t’evî Xwedê li hev werin!

[21] Ewî ku heleqetîya Wî t’evî guna t’unebû, Xwedê Ew bona me kire heval-p’arê guna , wekî em yektîya Wîda bibine heval-p’arêd r’astîya Xwedê.

Korint’î Ii — Chapters