[1] Awa min xwexa xwer’a qirar kir ku dîsa neyêm dilê we bêşînim.
[2] Çimkî heger ez dilê we bêşînim, îdî k’ê wê dilê min şa ke, pêştirî ewêd ku min dilê wan êşandine?
[3] Min ew yek ne’ma xweda nivîsîbû, ku nebe gava ez bêm, yêd ku gerekê min şa kin, ew dilê min bêşînin. Çimkî ez we h’emûyada guman im, ku şabûna min şabûna we h’emûya ye.
[4] Min bi gelek hêsira, bi gelek k’eder û k’esera dilê xwe wer’a nivîsî, wekî hûn ne ku li ber xwe k’evin, lê wekî wê k’ûrayîya h’izkirina mine hindava xweda fe’m bikin.
[5] Awa heger yekî dilêşî kir, ne ku t’enê dilê min êşand, lê yê hineka jî, wekî gelekî zêde nekim, nebêjim yê we h’emûya jî.
[6] Ew ceza besî wî merivî ye, ku ji we geleka wîr’a hatîye dayînê.
[7] Lê niha hûn gerekê bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên, wekî k’erbî berxwek’etinê xwe unda neke.
[8] Awa ez hîvî ji we dikim, h’izkirina xwe hindava wîda mak kin.
[9] Hema bona wê yekê jî min nivîsîye, wekî we bicêr’ibînim bizanibim k’a hûn her tiştîda guhdar in.
[10] Heger hûn tiştekî dibaxşînine yekî, ez jî t’evî we me. Û heger tiştekî baxşandinê hebe, bona we li ber dîndara Mesîh dibaxşînim,
[11] wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji h’unurêd wî hene.
[12] Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye.
[13] Lê dilê min ne r’ih’et bû, çimkî min birê xwe Tîto li wir nedît. Hingê min xatirê xwe ji wan xwest, çûme qeza Mekedonyayê .
[14] Lê şikir ji Xwedê, ku t’imê me p’êga k’oma Mesîhe serk’etinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.
[15] Çimkî em bîna Mesîhe xweş in li ber Xwedê, hin nava xilazbûyîyada, hin nava undabûyîyada.
[16] Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jîyînê, ku wan berbi jîyînê dibe. Û k’î dikare vî barî hilde?
[17] Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê k’ara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê r’ast xeber didin.