Skip to content
Opens in a new window

Korint’î Ii 6

Listen to this chapter • 3:21

[1] Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku k’erema Xwedê standine, nehêlin ku ew k’erem bêfeyde be.

[2] Çimkî Xwedê dibêje: «Dema r’e’m-k’eremê Min dengê te bihîst û r’oja xilazbûnêda hatime hewara te» . Va niha ye dema r’e’m-k’eremê! Va niha ye r’oja xilazbûnê!

[3] Em dikin t’u tiştîda nebine bayîsê k’etina t’u kesî, wekî qulixê me neyê lomek’arkirinê.

[4] Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine k’ifşê, çawa qulixk’arêd Xwedê: Te’lî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,

[5] lêdanada, kelada û her alîyava h’icûmkirî, k’esirî, bêxew, bir’çî ,

[6] bi nixta h’elal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi R’uh’ê Pîroz û bi h’izkirina bêh’ilek’arî,

[7] bi gotina r’astîyê û qewata Xwedê. Em bi destê ç’ep û r’astê jî r’asth’esabûnêva sîlih’kirî ne,

[8] hurmetê û bêhurmetîyêda, qedir û r’ezîlîyêda. Me h’esab dikin çawa yêd derewîn, lê em ser r’astîyê ne,

[9] me h’esab dikin çawa yêd nenas, lê yêd bi nav û deng in, çawa yêd mirî, lê va ye eme sax in, çawa ceza standî, lê nekuştî ne,

[10] em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her t’im şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa k’ifş dibe yanê tiştekî me t’une, lê her tiştêd me hene.

[11] Me vekirî wer’a xeber daye gelî korint’îya, dilê me jî hindava weda fire ye.

[12] Hûn ji alîyê meda bînteng nabin, lê hûn bîna xwe li xwe teng dikin.

[13] Ez çawa t’evî zar’êd xwe xeber didim, hûn jî weke wê yekê li me veger’înin û dilê xwe mer’a vekin.

[14] T’evî nebawera nek’evine binê nîrekî. Çi k’arê heqîyê t’evî neheqîyê heye? Yan çi heleqetîya r’onayê t’evî te’rîyê?

[15] Û çi t’ifaqîya Mesîh t’evî cin heye? Yan çi p’ar nava bawermenda û nebawerada heye?

[16] Yan jî çi hevaltîya p’aristgeha Xwedê t’evî ya p’ûta heye? Çimkî em p’aristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cime’ta Min bin» .

[17] Bona vê yekê «Xudan dibêje: De r’abin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd h’eram nek’evin, û Ezê we qebûl kim ,

[18] Bavê we bim, hûnê jî kur’ û qîzêd Min bin, Xudanê H’emû Zorayîyê dibêje ».

Korint’î Ii — Chapters