Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:28

[1] Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez r’û bi r’û nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.

[2] Ez r’eca dikim, usa nekin ku gava bêm jî bibime şêr, çimkî ez e’seyî zanim ku ez dikarim turuş kim hindava wanda jî h’işk bim, yêd ku bona me usa difikirin, yançîye em bi merivayî dikin.

[3] Belê r’ast e em meriv in, lê bi merivayî eskerîyê nakin.

[4] Ç’ekêd eskerîya me, ne yê merivayî ne, lê yêd qewate ji Xwedê ne, bona wêrankirina t’e’bîya.

[5] Em wan şêwira û h’emû bilindcîyêd k’ubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û h’emû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin.

[6] Em hazir in ceza bidine h’emû neguhdara, gava guhdarîya we t’am be.

[7] Hûn r’eng-r’ûya dinihêr’in. K’î xweda guman e, ku ew p’ara Mesîh e? Bira vê jî bifikire, ku çawa ew p’ara Mesîh e, usa jî em in.

[8] Çimkî heger ez hinekî jî zêde difir’im, bona wê h’ukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda t’une, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê.

[9] Awa ez dikim ku usa k’ifş nebe, yanê ez bi ne’meyêd xwe we ditirsînim.

[10] Çawa hinek dibêjin: «Ne’meyêd wî h’işk in û bi qewat in, lê ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye».

[11] Yêd usa bira fe’m bikin, em dûrva bi xeber û ne’meyêd xweva çawa ne, nêzîk kirêd xweda jî usa ne.

[12] R’ast em newêrin, xwe ser mêzînê bik’işînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber h’işê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev.

[13] Lê çi ji p’eydayîna me dik’eve, em nigê xwe ji ber’a xwe dirêjtir nakin, lê weke wî sînorê dayî, çiqas Xwedê kire p’ara me, ku digihîje h’eta cem we.

[14] Em ji sînor der gaveke xwe navêjin, çawa hê negihîştibine cem we, çimkî gava r’astîyê k’eve em bi Mizgînîdayîna Mesîh îdî gihîştine h’eta cem we.

[15] Em ji sînor dernayên û pê xebata hinekêd din nafir’in. Lê em wê gumanê ne, ku bawerîya we bigihîje, weke wê dayîna ku me standîye, xebata me jî nava weda hê zêde berfire be.

[16] Em dixwazin ku ji we wêdatir derbaz bin, Mizgînîyê cîyêd din jî dannasîn kin, ne ku em bi kirê yekî din bifir’in, yê ku sînorê xweda kirîye.

[17] Lê çawa nivîsar e: «Yê ku difir’e, bira pê Xudan bifir’e» .

[18] Çimkî ne ku ewê p’eyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan p’eyê wî dide.

Korint’î Ii — Chapters