Skip to content
Opens in a new window

[1] Mordokʼay gava vê yekê gişkî pê hʼesîya, kʼincê xwe qelaştin, kʼurx li xwe kir, xwelî li ser xwe kir. Paşê çû nava bajêr bi dengê şîna giran dikire qarʼîn,

[2] gihîşte hʼeta li ber dergehê pʼadşê sekinî, çimkî merivê kʼurxxwekirî nikaribû dergehê pʼadşêrʼa derbaz bûya.

[3] Hʼemû qezada, kʼîderê ku ew fermana pʼadşêye nivîsar digihîştê, nava cihûyada şîneke giran bi rʼojî, girî û zare zarê destpêdibû. Hineka jî li ser kʼurx û kʼuzîyê pʼal didan.

[4] Carîyêd Esterê û nemêrêd wê hatin û bona Mordokʼay wêrʼa gotin, xanim gelekî tʼevîhev bû û kʼinc şandin, ku Mordokʼay kin û kʼurx ji ser wî bêxin, lê wî qebûl nekir.

[5] Hingê Esterê ji nemêrêd pʼadşê gazî Hatʼakʼ kir, kʼîjan ku pʼadşê kʼifş kiribû ku berdestîya wê bike û şande cem Mordokʼay ku bizanibe, kʼa ew çi hʼewal e û çima usa dike?

[6] Hatʼakʼ çû cem Mordokʼay li meydana ber derê pʼadşê.

[7] Mordokʼay her tişt wîrʼa got, çi ku li wî qewimî bû, usa jî ew gotina Haman gotê, ku ewî bona cihûya zîv jî soz daye bike xizna pʼadşê, ku kʼoka wan bînin.

[8] Bona qirʼkirina wan jî, Mordokʼay kʼaxaza Sûsayêda li ber fermana nivîsar girtî da wî, ku nîşanî Esterê ke, wêrʼa jî şiroveke û bêjêda ku bikʼeve cem pʼadşê, lava ji wî bike û bona miletê xwe delîlekê jê bixwaze.

[9] Hatʼakʼ çû gotinêd Mordokʼay Esterêrʼa gotin.

[10] Ester Hatʼakʼ li ser Mordokʼayda vegerʼand û gotêda ku aha bêjêyî:

[11] «Hʼemû berdestîyêd pʼadşê û miletêd qezayêd pʼadşê qenc zanin, ku her mêr, yan jina ku bê gazîkirin bikʼeve hʼewşa pʼadşêye hindurʼ, bona wan qanûneke kuştinê heye, tʼenê ewê sax bimîne, kʼîjan ku pʼadşa şiva xweye zêrʼîn berbirʼî ke. Lê eva îdî sî rʼojê mine ku pʼadşê gazî min nekirîye».

[12] Gotinêd Esterê gîhandine Mordokʼay.

[13] Mordokʼay cab li ser Esterêda şand û gotê: «Nefikire ku tu mala pʼadşêda yî, ji hʼemû cihûya tê tʼenê xilaz bî.

[14] Awa heger tu vî wextîda xwe kerʼ kî, wê ji cîkî din kʼomek û azadî bigihîje cihûya, lê tu û mala bavê xweva hûnê unda bin, kʼî zane ku tu bona rʼoja îroyîn nebûyî xanima pʼadşê».

[15] Hingê Esterê cab ser Mordokʼayda şand û gotê:

[16] «Herʼe hʼemû cihûyêd ku Sûsayêda dimînin tʼop ke û bona min rʼojî bigirin, sê rʼoja ne şev ne rʼoj, ne bixwin ne vexwin. Ezê jî usa tʼevî carîyêd xwe rʼojî bigirim û ser qanûnêrʼa derbaz bim, bikʼevime cem pʼadşê, heger bimirim jî bira bimirim».

[17] Hingê Mordokʼay çû usa kir, çawa ku Esterê wîrʼa got.

Kʼitêba Ester — Chapters