Skip to content
Opens in a new window

[1] Pey van yekarʼa, Ahʼaşwêroş pʼadşa Hamanê kurʼê Hamidatʼayê Agagî mezin û bilind kir û kʼursîya wî ji kʼursîyêd mîr begêd xwe jortir kir.

[2] Û hʼemû xulamêd pʼadşêye li ber derê pʼadşê, deverʼûya diçûn û li ber Haman ta dibûn, çimkî pʼadşê bona wî ev eʼmir dabû, lê Mordokʼay deverʼûya nediçû û li ber wî ta nedibû.

[3] Hingê xulamêd pʼadşêye li ber derê pʼadşê gotine Mordokʼay: «Çima tu li ser eʼmirê pʼadşêrʼa derbaz dibî?»

[4] Wana her rʼoj wîrʼa digotin, lê berga tiştekî nedigirt, peyrʼa ev yek gîhandine Haman, ku bizanibin kʼa Mordokʼay li ser ya xwe bimîne yan na, çimkî ewî wanrʼa gotibû ku ew cihû ye.

[5] Gava Haman dît, wekî Mordokʼay deverʼûya naçe û li ber wî ta nabe, ew nava xweda gelekî qilqilî.

[6] Lê wîrʼa şerm bû ku tʼenê destê xwe li ser Mordokʼay bilind ke, çimkî îdî wîrʼa gotibûn Mordokʼay ji kʼîjan miletî ye. Haman fikirî ku hʼemû cihûyêd miletê Mordokʼay li tʼemamîya pʼadşatîya Ahʼaşwêroşda qirʼ ke.

[7] Û donzdehsalîya Ahʼaşwêroş pʼadşa, meha yekê, awa gotî meha Nîsanêda li ber Haman bona meremê wî, bona rʼoj û meh kʼifşkirinê pʼûr, awa gotî pʼeşk dihate avîtinê û ew kʼete meha donzdeha, ku dibe meha Adarê .

[8] Hingê Haman gote Ahʼaşwêroş pʼadşa: «Miletek nava hʼemû miletêd qezayêd pʼadşatîya teda heye, nava wan miletada başqebûyî bela bûye. Qanûnêd wan ji qanûnêd hʼemû mileta başqe ne. Evana qanûnêd pʼadşê naqedînin û dest nade ku pʼadşa van aha bihêle.

[9] Heger ev yek li pʼadşê xweş tê, bira eʼmir derkʼeve, ku qirʼa van bê anînê. Ez xwexa jî, ezê dehe hʼezar telantê zîv bikʼişînim bidime destê qulixkʼara ku bikine xizna pʼadşê».

[10] Hingê pʼadşê ji tʼilîya xwe, gustîla xwe derxist, da Hamanê kurʼê Hamidatʼayê Agagîyê neyarê cihûya, ku eʼmirê miqabilî cihûya mor ke.

[11] Hingê pʼadşê gote Haman: «Ez ewî zîvî jî, wî miletî jî didime te, tu çawa dixwazî usa jî bike».

[12] Sêzdehê meha yekê nivîskʼarêd pʼadşê hatine gazîkirinê û wekʼîlêd pʼadşêrʼa, hʼemû welîyêd li ser qezarʼa, her axayê li ser her miletîrʼa, her qezayêrʼa bi nivîsara wan û her miletîrʼa bi zimanê wan, anegorî fermana Haman bi navê Ahʼaşwêroş pʼadşa hate nivîsarê û bi gustîla pʼadşê hate morkirinê.

[13] Ew nivîsar bi destê qewala hʼemû qezayêd pʼadşêrʼa hatine şandinê, ku nava rʼojekêda, meha donzdeha, awa gotî sêzdehê meha Adarê, hʼemû cihûya, biçʼûk û mezin, jina û zarʼa qirʼ kin, bikujin û kʼokê lê bînin û hebûka wan tʼalan kin bibin.

[14] Ev qirara nivîsar li nava hʼemû qezada çawa ferman hate eʼlamkirinê, wekî bona wê rʼojê hʼemû milet hazir sekinî bin.

[15] Qewal pê qirara pʼadşê zû rʼêkʼetin çûn û fermana nivîsar li Sûsa qesirda jî dane eʼlamkirinê. Pʼadşa û Haman rʼûniştin vexwin, lê bajarê Sûsayê ser hevrʼa derbaz dibû.

Kʼitêba Ester — Chapters