Skip to content
Opens in a new window

[1] Wê rʼojê Ahʼaşwêroş pʼadş mala Hamanê neyarê cihûya pʼêşkʼêşî Ester xanimê kir, Mordokʼay jî hat rʼûyê pʼadşê kʼet, çimkî Esterê gotibû ku ew çî wê ye.

[2] Hingê pʼadşê gustîla destê xwe derxist, kʼîjan ku ji Haman standibû û ew da Mordokʼay, Esterê jî Mordokʼay li ser mala Hamanrʼa kʼifş kir.

[3] Esterê xeberdana xwe dîsa li ber pʼadşê dirêj kir, xwe avîte nigêd wî û bi girî lava ji wî kir, wekî wê xirabî û şêwira Hamanê Agagî bona qirʼa cihûya hazirkirî bide betalkirinê.

[4] Pʼadşê şiva zêrʼîn dirêjî Esterê kir, Ester rʼabû ser xwe li ber pʼadşê sekinî

[5] û got: «Heger li pʼadşê xweş tê û min li ber wî kʼerem dîtîye û heger ev yek li ber çʼeʼvê pʼadşê rʼast e û ew min begem dike, bira bê nivîsarê ku ew şêwira Hamanê kurʼê Hamidatʼayê Agagî bê betalkirinê, kʼîjan ku ewî neʼme nivîsîn ku hʼemû qezayêd pʼadşêda qirʼa cihûya bînin.

[6] Niha ezê çawa bikaribim bibînim xezeba ku wê bê serê miletê min, yan çawa bikaribim bibînim mirina pismamêd xwe?»

[7] Ahʼaşwêroş pʼadşa gote Ester xanimê û Mordokʼayê cihû: «Haman ku destê xwe hildabû li ser cihûya, min mala wî pʼêşkêşî Esterê kirîye û ew jî daye darxistinê.

[8] Niha hûn bi navê pʼadşê bona cihûya çawa dilê we dixwaze binivîsin û bi gustîlka pʼadşê mor kin, çimkî nivîsara bi navê pʼadşê û bi gustîla pʼadşê morkirî nayê betalkirinê».

[9] Û hingê bîst sisêyê meha Sîwanê , awa gotî meha sisîya nivîskʼarêd pʼadşê hatine gazîkirinê, her tişt li gora gotina Mordokʼay, cihûya, wekʼîla, welîya û serwêrêd qezarʼa, her sed bîst hʼeft qezarʼa hate nivîsarê, ji Hindistanê girtî hʼeta Etyûpîyayê, her qezayêrʼa bi nivîsara wan, her miletîrʼa bi zimanê wan, usa jî cihûyarʼa bi nivîsara wan û bi zimanê wan.

[10] Bi navê Ahʼaşwêroş pʼadşa nivîsî û bi gustîla pʼadşê mor kir, da destê qewala û ew li mehʼînêd tewla pʼadşê sîyar kirin û şandin,

[11] bi vê yekê da kʼifşê ku pʼadşê serbestî daye cihûyêd hʼemû bajarada, ku pişt bidine pişta hev, eʼmirê xwe xwey kin û hʼemû çʼekdarêd neyarêd xweye nava mileta û qezada, qirʼ kin, bikujin, jin û zarʼava kʼokê lê bînin û hebûka wan tʼalan bibin,

[12] bona wê yekê hʼemû qezayêd Ahʼaşwêroş pʼadşada, sêzdehê meha donzdeha, awa gotî sêzdehê meha Adarê hate kʼifşkirinê.

[13] Ew fermana nivîsar her qezayêda bona hʼemû mileta çawa qanûn hate eʼlamkirinê, wekî cihû bona wê rʼojê hazir bin, ku hʼeyfa xwe ji neyarêd xwe hildin.

[14] Qewal li mehʼînêd pʼadşê sîyar bûn, bi fermana pʼadşê zû rʼê kʼetin çûn. Ev yek li Sûsa qesirda jî hate eʼlamkirinê.

[15] Mordokʼay bi kʼincê pʼadşatîyêye rʼengê şîrk û sipî, tʼacê zêrʼînî mezinva, sermilkê kʼitanîyî sipî û sorê gevez wergirtî derkʼete li ber pʼadşê. Bajarê Sûsayê ji eşqa hʼejîya û şa bû.

[16] Hingê cihûya rʼonayî, eşq, şabûn û qedir dîtin.

[17] Her qeza û her bajarê dera ku ferman û gotina pʼadşê digihîştê, eşq û şabûn dikʼete nava cihûya, rʼoja kʼêfê û cejinê bû. Gelek ji miletêd welata dibûne cihû, çimkî sawa cihûya kʼetibû li ser wan.

Kʼitêba Ester — Chapters