Skip to content
Opens in a new window

[1] Rʼojêd Ahʼaşwêroş pʼadşada, kʼîjanî ku ji Hindistanê girtî hʼeta Etyûpîyayê li ser sed û bîst hʼeft qeza pʼadşatî dikir.

[2] Wê hingê, gava Ahʼaşwêroş pʼadşa li Sûsa qesirda li ser tʼextê pʼadşatîya xwe rʼûniştibû,

[3] ewî sala pʼadşatîya xweye sisîya, mesrefek bona hʼemû wezîr wekʼîlêd xwe danî, serekeskerêd Faristanê û Medya, usa jî eʼsilzade û serwêrêd qezayêd bin destîya wîda tʼeglifkirî bûn.

[4] Ewî hingê gelekî dirêj, awa gotî sedhʼeyştê rʼojî dewlemendtîya pʼadşatîya xwe û rʼûmeta mezinayîya xwe da kʼifşê.

[5] Gava ew rʼoj derbaz bûn, vê carê jî ewî gazî hʼemû merivêd Sûsa qesir kir, ji mezina girtî hʼeta biçʼûka, bona wan hʼeft rʼoja mesref hʼewşa baxçê herema pʼadşêda danî.

[6] Pʼerʼdêd sipîye ji pembû, qedekê ji rʼîsê şîrk, bi benê sorê gevez û kʼitanê vegirtî hevvakirî avîtî xelaqêd zîv û stûnêd mermerva dardakirî bûn. Û tʼext berpʼalêd zêrʼ û zîv jî danîbûne hʼewşa ku bi selêd kevirîye kʼesk, mermerê sipî, sedefî û mermerê rʼeng rʼengîva neqişandî bû.

[7] Derdanêd zêrʼda û cûrʼe cûrʼe derdanada tişt didane vexwarinê. Şerava pʼadşê pirʼ bû, weke merʼdanîya wî.

[8] Her kes aza bû vexwarinêda û tʼu kes hʼewcê vexwarinê nedima, çimkî pʼadşê eʼmirî hʼemû berpirsîyarêd mala xwe kiribû, ku ew dilê her kesîrʼa herʼin.

[9] Waştʼî xanimê jî bona kʼulfeta mesref mala Ahʼaşwêroş pʼadşada danî.

[10] Rʼoja hʼefta, gava dilê pʼadşê bi şeravê kʼêfxweş bibû, gote her hʼeft nemêrêd berdestîyêd xwe Mihûman, Bîztʼa, Hʼarbona, Bîgtʼa, Avagtʼa, Zêtʼar û Kʼarkʼas,

[11] ku ewana Waştʼî xanimê tʼacê pʼadşatîyêva bînine li ber pʼadşê, wekî bedewetîya wê nîşanî mileta, mîr û bega ke, çimkî ew gelekî bedew bû.

[12] Lê Waştʼî xanimê nexwest ku tʼevî nemêra biçûya û eʼmirê pʼadşê biqedanda, pʼadşa qilqilî û ji hêrsa alavê da serê wî.

[13] Hingê pʼadşê gote bîlanêd zemana (çimkî pʼadşê şêwira xwe wan hʼemûya dikir, yêd ku qanûn û rʼastî zanibûn,

[14] usa jî hʼeft mîrêd Faristan û Medîya li cem wî bûn, Kʼarşina, Şêtʼar, Adamatʼa, Tʼarşîş, Meres, Marsina û Mimûkʼan, evana rʼûyê pʼadşê didîtin û şîretkʼarêd pʼadşêye pêşin bûn):

[15] «Em li gora qanûnê çi gerekê hindava Waştʼî xanimêda bikin, ku ewê eʼmirê Ahʼaşwêroş pʼadşa ku bi nemêra li wê hatibû eʼmirkirinê neqedand?»

[16] Hingê Mimûkʼan li ber pʼadşê û mîra got: «Waştʼî xanimê ne ku tʼenê li ber pʼadşê şaşîtî tê berʼda ye, lê li ber mîr bega û tʼemamîya wan miletêd qezayêd Ahʼaşwêroş pʼadşada.

[17] Çimkî kira xanimê wê li nava hʼemû kʼulfetda bela be, ewê jî gurʼa mêrê xwe nekin û bêjin: ‹Ahʼaşwêroş pʼadşa eʼmir kir ku Waştʼî xanimê bînine li cem wî, lê ew ne çû›.

[18] Îro kirê xanimê ku bigihîje guhê kʼulfetêd Farisîya û Medyanîya, ewê jî usa caba pʼadşê û mîra bidin û hingê wê gelek rʼûrʼeşî û bêtʼifaqî bibe.

[19] Heger ev yek li pʼadşê xweş tê, bira ji wî qirarek derê, li nava qanûnêd Faris û Medyanîyada bê nivîsarê, bona ku ew neyê guhastinê, ku Waştʼî îdî tʼu car neyê li ber Ahʼaşwêroş pʼadşa nesekine û pʼadşa xanimtîya wê bide kʼulfeteke ji wê qenctir.

[20] Û gava ev eʼmirê pʼadşê li nava hʼemû pʼadşatîya wîda bê bihîstinê, ku pʼirʼ mezine, hingê hʼemû kʼulfetê jî qedirê mêrê xwe bigirin heger ew feqîr be yan dewlemend be».

[21] Ev gotina li pʼadşê û mîra xweş hat û pʼadşê li gora gotina Mimûkʼan kir.

[22] Û hingê neʼme tʼemamîya qezayêd pʼadşêrʼa hatine şandinê, li gora nivîsara her qezayê û li gora zimanê her cimeʼtê, ku her kes malxê mala xwe be û bi zimanê miletê xwe xeberde .

Kʼitêba Ester — Chapters