Skip to content
Opens in a new window

[1] Wê şevê xewa pʼadşê tʼeqisî, ewî eʼmir kir, ku kʼitêba bîranîna serhatîya bînin li ber pʼadşê bixûnin.

[2] Wêda nivîsar hate dîtinê, ku Mordokʼay eʼlametî dabû, ku çawa du nemêrêd pʼadşêye dergehvan, Bîgtʼan û Tʼereş şêwira xwe kiribûn ku destê xwe li ser Ahʼaşwêroş pʼadşa bilind kin.

[3] Hingê pʼadşê got: «Lê ji ber wê qencîyêva çi qedir yan hurmet Mordokʼayrʼa hatîye kirinê?» Berdestîyêd pʼadşê gotinê: «Tʼu tişt bona wî nehatîye kirinê».

[4] Pʼadşê got: «Hʼewşêda kʼî heye?» Wê demê jî Haman hatibû hʼewşa mala pʼadşêye derva ku tʼevî pʼadşê xeber de, wekî Mordokʼay li wî darî xin, kʼîjan ku bona wî hatibû hazirkirinê.

[5] Berdestîyêd pʼadşê gotine wî: «Va ye Haman hʼewşêda ye». Pʼadşê got: «Bira bê hindurʼ».

[6] Gava Haman hate hindurʼ, pʼadşê wîrʼa got: «Haman, bona wî merivê ku pʼadşa bixwaze qedirekî wîrʼa bike, bi tʼexmîna te çi bê kirinê?» Haman dilê xweda fikirî xwexa xwerʼa got: «Pêştirî min îdî pʼadşayê kʼêrʼa bixwaze qedir bike?»

[7] Hingê Haman li pʼadşê vegerʼand û gotê: «Bona wî merivê ku pʼadşa dixwaze jêrʼa qedir bike,

[8] bira wîrʼa kʼinca pʼadşatîyêye ku pʼadşa li xwe werdigire bînin, wî hespê kʼofîya pʼadşatîyê sêrî bînin kʼîjan ku pʼadşa lê sîyar dibe

[9] û kʼinc û hespê bidine destê gire girê mîrêd pʼadşê yekî û kʼinca li wî merivî kin, yê ku pʼadşa dixwaze wîrʼa qedir bike, ewî li hespê sîyar kin, bibine meydana bajêr û pêşîya wî bikine gazî: ‹Bona wî merivî wê aha bê kirinê, kʼîjanîrʼa ku pʼadşa bixwaze qedir bike!›»

[10] Hingê pʼadşê gote Haman: «De niha li gora wê gotina xwe zû rʼabe, kʼinc û hespê hilde, bona Mordokʼayê cihû ku li ber derê pʼadşê rʼûdinê usa bike, ji wê gotina te, bira tʼu tişt jê kêm nebe».

[11] Haman kʼinc û hesp hildan, kʼinc li Mordokʼay kir, ew li hespê sîyar kir, bire meydana bajêr, pêşîya wî dikire gazî: «Bona wî merivî wê aha bê kirinê, kʼîjanîrʼa ku pʼadşa bixwaze qedir bike!»

[12] Mordokʼay vegerʼîya li ber derê pʼadşê, lê Haman meʼdekirî ji şerma sergirêdayî lezand çû mala xwe.

[13] Haman ev her tiştê ku hate serê wî, jina xwe Zereşê û hʼemû pismamêd xwerʼa gilî kir. Hingê bîlanêd wî û jina wî Zereşê wîrʼa gotin: «Heger Mordokʼay ji miletê cihû ye, rʼûyê kʼîjanîda te destpêkir bikʼevî tê zora wî nebî, li ber wî tê eʼse deverʼûya herʼî».

[14] Vana hê tʼevî wî xeber didan, nemêrêd pʼadşê hatin, Haman lezxistin, ku herʼe wê mesrefa ku Esterê hazir kirîye.

Kʼitêba Ester — Chapters