Skip to content
Opens in a new window

[1] Pʼadşa tʼevî Haman çû mesrefê cem Esterê.

[2] Rʼoja duda jî ku dixwarin û şerav vedixwarin pʼadşê gote Esterê: «Ester xanim, de bêje xwestina te çi ye? Wê terʼa bê dayînê. Çi hîvî dikî? Hʼeta nîvê pʼadşatîya min be jî, wê bê sêrî».

[3] Ester xanimê lê vegerʼand: «Heger min li ber çʼeʼvê te kʼerem dîtîye, pʼadşayî xweş be û heger xwestina min li pʼadşê xweş tê, bira eʼmirê min li min bê pʼêşkʼêşkirinê û ji ber hîvîkirina minva jî, miletê min!

[4] Çimkî ez miletê xweva qirʼkirin, kuştin û undakirinêrʼa hatine firotanê. Heger em çawa xulam û xulamok hatibûna firotanê, minê qet deng nekira, lê belê neyar nikare zîyana pʼadşê lê vegerʼîne ».

[5] Hingê Ahʼaşwêroş pʼadşa li Ester xanimê vegerʼand û gotê: «Ew kʼî ye, yan kʼa ew kʼu ye, yê ku ji serê xwe derbaz bûye van yeka dike?»

[6] Esterê got: «Ewî mixenet û neyar, ew Hamanê hanî xirab e». Haman li ber pʼadşê û Esterê qurifî hev.

[7] Pʼadşa bi hêrs kʼasa xwe danî, rʼabû çû baxçê kʼoçʼikserê. Lê Haman li wir ma, wekî bona eʼmirê xwe lava ji Ester xanimê bike, çimkî ewî tê derxist ku pʼadşê tiştekî xirab bona wî qirar kirîye.

[8] Gava pʼadşa ji baxçê kʼoçʼikserê vegerʼîya oda mesrefê, dîna xwe dayê va Haman li ser tʼext pʼala Esterê kʼetî ye. Hingê pʼadşê got: «Evê mala minda dest bavêje xanima pʼadşê jî!» Gava ev yek ji devê pʼadşê derkʼet, rʼûyê Haman kʼefen kirin nixamtin.

[9] Hingê Hʼarbonayê, yek ji nemêrê berdestîyê pʼadşê got: «Lê ne tʼenê ev, va ye darekî bilindayîya pêncî zendî jî Haman bona Mordokʼay, yê ku pʼadşa xilaz kir, hazir kirîye, wê li ber derê Haman e». Pʼadşê got: «De ewî hema li wî darî xin».

[10] Haman li wî darî xistin ku ewî bona Mordokʼay hazir kiribû. Û paşê hêrsa pʼadşê danî.

Kʼitêba Ester — Chapters