[1] Sêzdehê meha donzdeha, awa gotî meha Adarê, gava weʼdê ferman û gotina pʼadşê pêrʼa gihîşt, hʼeta wê rʼojê dijminêd cihûya li ser wê fikirê bûn, ku wê va hʼukumî li ser wan bikin, lê bona wan ew dewr welgerʼîya, çimkî cihûya hʼukumî li ser wan neyarêd xwe kirin.
[2] Wê hingê cihûyêd bajarêd hʼemû qezayêd Ahʼaşwêroş pʼadşada pişt dane pişta hev, ku destêd xwe hildine li ser wan kesêd ku xwastine xirabîyê li wan bikin û kesek nikaribû li ber wan rʼabûya, çimkî sawa wan kʼetibû li ser hʼemû mileta.
[3] Û hʼemû mîrêd qeza, wekʼîl, welî û wezîrêd pʼadşê pişta cihûya digirtin, çimkî sawa Mordokʼay kʼetibû li ser wan.
[4] Rʼastî jî Mordokʼay mala pʼadşêda yekî mezin bû, nav û dengê wî li hʼemû qeza bela bibû, usa ku ew meriv, awa gotî Mordokʼay rʼoj bi rʼoj bilind dibû.
[5] Cihûya bi şûr hʼemû neyarêd xwe xistin, kuştin qirʼkirin û çawa xwestin usa serê peykʼetîyêd xwe kirin.
[6] Cihûya li Sûsa qesirda pênsid merî kuştin kʼok lê anîn.
[7] Usa jî Parşandatʼa, Dalpon, Aspatʼa,
[8] Poratʼa, Adalya, Arîdatʼa,
[9] Parmaştʼa, Arîsay, Arîday û Wayzatʼa,
[10] ev her dehe kurʼêd Hamanê kurʼê Hamidatʼa, neyarê cihûya jî kuştin, lê dest nedane hebûka wan.
[11] Hema wê rʼojê hʼesabê kuştîyêd Sûsa qesirda gihîşte pʼadşê.
[12] Pʼadşê gote Ester xanimê: «Cihûya li Sûsa qesirda pênsid merî û her dehe kurʼêd Haman jî kuştine, qirʼ kirine, gelo qezayêd pʼadşêye mayînda niha çi kirine? De bêje, îdî çi dixwazî? Ewê bê dayînê. Niha hîvîkirina te çi ye? Wê bê sêrî».
[13] Esterê lê vegerʼand û gotê: «Heger bi dilê pʼadşê be, bira sibê jî cihûyêd Sûsayêrʼa mecal bê dayînê, ku li gora vê qirara îro bikin û cinyazê her dehe kurʼêd Haman bêne darxistinê».
[14] Pʼadşê eʼmir kir, ku usa bibe. Sûsayêda ferman hate eʼlamkirinê, cinyazê her dehe kurʼêd Haman hatine darxistinê.
[15] Cihûyêd Sûsayêda çardehê meha Adarê jî civîyan û Sûsayêda sêsid merî kuştin, lê dest nedane hebûka wan.
[16] Cihûyêd mayîye qezayêd pʼadşêda jî civîyan, pişt dane pişta hev, ku xwe xwey kin û ji dijmina rʼihʼet bûn, ji neyarêd xwe hʼeftê pênc hʼezar merî kuştin, lê dest nedane hebûka wan.
[17] Ev yeka sêzdehê meha Adarê qewimî û çardehê wê mehê cihûyêd qezada rʼihʼet bûn û ew kirine rʼoja eşqê û şabûnê.
[18] Lê cihûyêd Sûsayêda sêzdeh û çardehê mehê civîyan ya xwe kirin û panzdehê mehê rʼihʼet bûn û ew kirine rʼoja eşqê û şabûnê.
[19] Lê belê cihûyêd gundî, ku der û bestêd vekirîda diman, ewana çardehê meha Adarê cejinê dikin, çawa rʼojeke eşqê û şabûnê û pʼêşkêşa hevrʼa dişînin.
[20] Mordokʼay bona bîranînê ev yek nivîsî û neʼme şandine hʼemû cihûyarʼa, kʼîjan ku li qezayêd Ahʼaşwêroş pʼadşada dûr û nêzîk diman,
[21] ku ewana her sal nava xweda çardeh û panzdehê meha Adarê kʼifş kin.
[22] Çimkî van rʼoja cihû ji neyarêd xwe rʼihʼet bûn û meha kʼedera wan bû şabûn û şîna wan jî bû rʼoja cejinê, ku van rʼoja bikine rʼojêd eşq û şabûnê, pʼêşkêşa bidine hev û kʼesîbarʼa xêra bikin.
[23] Cihûya ev yek qebûl kir, ku îdî kʼarê xwe kiribûn bikirana, çi ku Mordokʼay wanrʼa nivîsî.
[24] Çawa neyarê hʼemû cihûya, Hamanê Hamidatʼayê Agagî şêwirî bû, ku qirʼa cihûya bîne û pʼûr avîtibû, awa gotî pʼeşk, ku wan qirʼ ke û kʼoka wan bîne.
[25] Lê gava Ester çû cem pʼadşê, pʼadşê bi neʼma eʼmir kir, ku ew şêwira Hamane xirab, ya ku ewî bona cihûya hazir kiribû bê serê wî û wî kurʼava jî dara xin.
[26] Lema jî van rʼojarʼa gotin Pûrîm, anegorî feʼmîna xebera pûr. Bona wan hʼemû gotinêd vê neʼmê û usa jî bona wê yekê çi ku dîtin û çi ku hate serê wan.
[27] Cihûya qirar kir û ev yeka kirine borcê stûyê xwe û rʼikʼinyata xwe û usa jî ewêd ku gihîştibûne wan, wekî her sal bê têberʼdan van her du rʼoja anegorî nivîsar û wextê wan kʼifş kin.
[28] Ev rʼoj gerekê qurʼne qurʼne bi cejinê nava her qebîlê, her qezayê û her bajarîda bêne bîranînê. Ev rʼojêd Pûrîmê gerekê nava cihûyada neyêne hildanê û bîranîna wan ji nava zarʼêd wan dernekʼeve.
[29] Ester xanima qîza Abîxayîl û Mordokʼayê cihû hʼeta qewata wanda çû, wana neʼma duda bona eʼseyîkirina Pûrîmê nivîsîn.
[30] Û bi gotinêd eʼdilayîyê û rʼastîyê neʼme hʼemû cihûyarʼa hatine şandinê, yêd ku sed bîst hʼeft qezayêd Ahʼaşwêroş pʼadşada diman,
[31] wekî van rʼojêd Pûrîmê weʼdada kʼifş kin, çawa ku Mordokʼayê cihû û Ester xanimê tʼemî da wan. Wan jî ev yek kirine borcê stûyê xwe û zarʼêd xwe, çawa rʼojî bona oxirmêd wane girane hewar gazîyê û şînê.
[32] Û bi vî awayî fermana Esterê tʼemîya bona Pûrîmê eʼseyî kir û ew kʼitêbêda hate nivîsarê.