[1] Rʼoja sisîya Esterê kʼincê xweye xanimtîyê xwe kir, hʼewşa hindurʼê heremêda, pêşberî mala pʼadşê sekinî. Pʼadşa xana pʼadşatîyêda, pêşberî derî li ser tʼextê pʼadşatîya xwe rʼûniştibû.
[2] Gava pʼadşê Ester xanim dît, ku hʼewşêda sekinî ye, Estʼerê li ber wî kʼerem dît û pʼadşê şiva destê xwedaye zêrʼîn dirêjî wê kir. Estʼer nêzîk çû li serê şivê kʼet.
[3] Pʼadşê gote wê: «Ester xanim, ev çi hʼewal e? Xwestina te çi ye? Hʼeta nîvê pʼadşatîya xwe jî ezê bidime te».
[4] Esterê got: «Heger wê li pʼadşê xweş bê, bira pʼadşa îro tʼevî Haman bê mesrefa ku ez bona pʼadşê dikim».
[5] Pʼadşê got: «Zû gazî Haman kin, wekî xwestina Esterê bîne sêrî». Pʼadşa tʼevî Haman çû mesrefa Esterêye danî.
[6] Gava şerav vedixwarin, pʼadşê gote Esterê: «De bêje, xwestina te çi ye? Wê terʼa bê dayînê, çi hîvî dikî? Hʼeta nîvê pʼadşatîya min be jî, wê bê sêrî».
[7] Esterê lê vegerʼand û gotê: «Ev e xwestin û hîvîkirina min:
[8] Heger min li ber pʼadşê kʼerem dîtîye û heger xwestina min jî li pʼadşê xweş tê, ku hîvîkirina min bîne sêrî, bira pʼadşa û Haman bêne mesrefa ku ezê bona wan daynim û sibê ezê bi gotina pʼadşê bikim».
[9] Wê rʼojê Haman bi dilê eşq û şa derkʼet çû, lê gava Haman Mordokʼay li ber derê pʼadşê rʼûniştî dît, ku li ber wî rʼanabe û ji cîyê xwe jî nahʼeje, alavê da qafê Haman.
[10] Lê Haman wê demê xwe zeft kir û gava vegerʼîya mal, şand gazî jina xwe Zereşê û pismamêd xwe kirin.
[11] Haman wanrʼa got bona hebûka xweye pʼirʼ, bona xweyê gelek kurʼa, bona wan tişta, bi kʼîjana pʼadşê ew mezin kirîye û çawa ew ji mîr bega û ji xulamêd pʼadşê bilindtir kirîye.
[12] Lê belê Haman got: «Hʼeta Ester xanimê jî pêştirî min kesek tʼevî pʼadşê tʼeglîfî mesrefa xweye danî nekir, bona sibê jî ez tʼevî pʼadşê tʼeglîfkirîyê cem wê me.
[13] Lê rʼast ev hʼemû jî bona min ne tʼu tişt in, hʼeta ku ez Mordokʼayê cihû li ber derê pʼadşê rʼûniştî bibînim».
[14] Hingê Zereşa jina wî û hʼemû pismamêd wî lê vegerʼandin û gotine wî: «Bira bilindayîya pêncî zendî darek bê hazirkirinê û serê sibê bêje pʼadşê, bira Mordokʼay li ser bê lêxistinê û paşê tu tʼevî pʼadşê bi dilê rʼihʼet herʼe mesrefê». Ev gotina li Haman xweş hat û ew dar da hazirkirinê.