Skip to content
Opens in a new window

[1] Pey van yekarʼa, gava hêrsa Ahʼaşwêroş pʼadşa danî, ewî Waştʼî xanim, kirê wê û qirara xwe bîr anî.

[2] Xulamêd pʼadşêye berdestî gotin: «Bira bona pʼadşê qîzêd cahile bikʼir û berbiçʼeʼv bêne destxistinê.

[3] Pʼadşa bira li nava qezayêd pʼadşatîya xweda serwêra kʼifş ke, ku hʼemû qîzêd cahile bikʼir û berbiçʼeʼv tʼopî mala kʼulfetaye li Sûsa qesirda kin, bin seʼvîtîya Hêgayê nemêrê pʼadşê û cabdarê kʼulfet, wanrʼa tiştêd bona şûştin veşûştinê bêne dayîn.

[4] Hingê kʼîjan qîza ku pʼadşa begem ke, bira ew bibe xanima pʼadşê, dewsa Waştʼî xanimê». Ev gotina li pʼadşê xweş hat û usa jî kir.

[5] Li Sûsa qesirda merivekî cihû dima, navê wî Mordokʼay bû, kurʼê Yaîrê, Şîmîyê, Kîsê ji bereka Binyamînîya.

[6] Eva ji Orşelîmê tʼevî wan hêsîr hatibû anînê, kʼîjan ku Nebûkedneser pʼadşê Babîlonê, tʼevî Yexonîya pʼadşê Cihûda hêsîr anîbûn.

[7] Evî qîzapa xwe Hadasa xwey dikir, ku digotinê Ester, çimkî ne bavê wê hebû ne jî dîya wê. Ew qîzike bedew û bejin balêda xase xewan bû, pey mirina dê û bavê wêrʼa Mordokʼay ew çawa qîz ji xwerʼa xwey dikir.

[8] Û gava salixê qirara pʼadşê hate bihîstinê û li Sûsa qesirda gelek qîz civîyane bin seʼvîtîya Hêgay. Hingê Ester jî mala pʼadşêda hate qebûlkirinê, bin seʼvîtîya Hêgay berpirsîyarê jina.

[9] Hêgay qîzik begem kir û ewê li ber wî kʼerem dît û ewî pêrʼa pêrʼa her tiştêd pʼara wêye şûştin veşûştinê xwarinêva, usa jî hʼeft qîzêd carîye mala pʼadşêda, kʼîjan ku wêrʼa dikʼetin dane wê û ew tʼevî wan carîya cîguhaste mala kʼulfetaye cîyê herî qenc.

[10] Esterê milet û rʼikʼinyata xwe eʼyan nekir, çimkî Mordokʼay tʼemî dabû wê, ku eʼyan neke.

[11] Mordokʼay her rʼoj dora mala kʼulfeta diçû dihat, wekî haş ji sihʼet qewat û hʼal hʼewalê Esterê hebe.

[12] Gava weʼdê her qîzê dihat ku ew bikʼeta cem Ahʼaşwêroş pʼadşa, gerekê ew eʼdetê donzdeh mehêd kʼulfet hazirbûnêrʼa derbaz bûya, şeş meha bi rʼûnê zimirê û şeş meha jî bi rʼûnê bînxweş bihata melhʼemkirinê û usa jî bi dû dermanêd mayîn,

[13] qîzik hingê dikʼete cem pʼadşê, çi ku dilê wê dixwest, wêrʼa dihate dayînê, bona ku tʼevî xwe ji mala kʼulfet bibira mala pʼadşê.

[14] Êvarê ewa diçû cem pʼadşê sibehê zû vedigerʼîya maleke kʼulfetaye mayîn, bin seʼvîtîya berpirsîyarê kʼulfeta, Şahaşigazê nemêrê pʼadşê. Ewa îdî nediçû cem pʼadşê, hʼeta ku temê pʼadşê nekʼişandayê û bi navê wê gazî wê nekira.

[15] Gava wextê Estera qîza Abîxayîlê apê Mordokʼay pêrʼa gihîşt ku herʼe cem pʼadşê, ya ku Mordokʼay çawa qîz xwerʼa xwey kiribû, ewa ser gotina berpirsîyarê kʼulfeta Hêgayê nemêrê pʼadşêrʼa derbaz nebû, tiştekî başqe nexwest. Esterê li ber wan hʼemûyêd ku ew didîtin kʼerem dît.

[16] Ester meha deha, awa gotî meha Têbêtʼê kʼete cem Ahʼaşwêroş pʼadşa, hʼeftsalîya pʼadşatîya wîda li mala pʼadşêda hate qebûlkirinê.

[17] Pʼadşê Ester ji hʼemû kʼulfetêd xwe zeʼftir begem kir û ewê li ber wî ji hʼemû qîza zeʼftir hʼizkirin û kʼerem dît û ewî tʼacê pʼadşatîyê danî serê wê, dewsa Waştʼîyê kire xanim.

[18] Pʼadşê mesrefeke mezin bona xatirê Esterê wezîr wekʼîl û xulamêd xwerʼa danî, usa jî barê ser qeza sivik kir û weke merʼdanîya pʼadşê xelat pʼêşkêş dan.

[19] Gava cara duda qîz civandin, Mordokʼay li ber derê pʼadşê rʼûniştibû .

[20] Esterê hê milet û rʼikʼinyata xwe eʼyan nekir bû, çawa ku Mordokʼay tʼemî dabûyê. Çimkî Esterê hê usa guhdarîya Mordokʼay dikir, çawa ku hêna bin seʼvîtîya wîda.

[21] Wan rʼojada gava Mordokʼay li ber derê pʼadşê rʼûdinişt, du dergehvan, Bîgtʼan û Tʼereş, nemêrêd pʼadşê gef li pʼadşê xwarin û fikirîn ku destê xwe li ser Ahʼaşwêroş pʼadşa bilind kin.

[22] Mordokʼay ku vê yekê hʼesîya, gîhande guhê Ester xanimê, Esterê jî ev yek bi navê Mordokʼay pʼadşêrʼa gilî kir.

[23] Ev deng hate lênihêrʼandinê rʼast derkʼet û her du dergehvan jî hatine darxistinê. Û Bona vê qencîya Mordokʼay kʼitêba bîranîna serhatîyada li ber pʼadşê hate nivîsarê.

Kʼitêba Ester — Chapters