Rût 4
[1] Bowaz çû li ber dergehê bajêr rʼûnişt. Û awa ew pismamê ku Bowaz beʼsa wî kiribû derbaz dibû. Bowaz navê wî hilda gazî kirê û gotê: «Kʼerem ke xêlekê li vir rʼûnî». Ew jî vegerʼîya rʼûnişt.
[2] Paşê Bowaz gazî dehe rʼûsipîyêd bajêr kir û gote wan: «Kʼerem kin li vir rʼûnên». Ew jî rʼûniştin.
[3] Hingê Bowaz gote wî pismamî: «Nahomîya ku ji eʼrdê Mowabê vegerʼîyaye hatîye, dixwaze wî eʼrdê pʼara birê me Elîmelex bifiroşe.
[4] Ez fikirîm ku vê yekê bigihînime guhê te û terʼa jî bêjim, wekî tu pêş hazirêd rʼûniştî û rʼûsipîyêd cimeʼta minva vê pʼarê bikʼirʼî. Heger tu dixwazî bi îzina pismamtîyê vê pʼarê bikʼirʼî, bikʼirʼe. Lê heger naxwazî, minrʼa beje ku ez zanibim, çimkî pêştirî te îdî tʼu kes tʼune ku borcê pismamtîyê biqedîne. Pey terʼa li min dikʼeve». Ewî got: «Belê ezê borcê pismamtîyê biqedînim»
[5] Hingê Bowaz li ser vê yekêda zêdekir û gote wî pismamî: «Vê jî zanibe, gava wê rʼoja tu ji Nahomîyê wî eʼrdî bikʼirʼî, gerekê jina yê mirî, Rʼûtʼa Mowabî jî bistînî, wekî warê yê mirî şîn kî, ku navê wî unda nebe ».
[6] Hingê wî pismamî got: «Ez vî borcê pismamtîyê nikarim biqedînim, nebe ku ez warê xwe rʼeş kim. Vî borcê pismamtîya min tu biqedîne, çimkî ji qewata min der e».
[7] (Berê nava Îsraêlda ev yek hebû, kʼirʼîn yan firotanekêda ku her tişt bi şeʼdetî û îzbatî bibûya, hingê mêriv sola nigê xwe dêxist û dida hevalê xwe. Û ev yek Îsraêlda dibû şeʼdetî.)
[8] Paşê wî pismamî gote Bowaz: «Tu xwerʼa bikʼirʼe». Û sola nigê xwe êxist da wî.
[9] Wî çaxî Bowaz gote wan rʼûsipîya û tʼemamîya cimeʼtê: «Hûn îro şeʼde ne, ku min hʼemû hebûka Elîmelex, Kʼîlyon û Mahʼlon ji Nahomîyê kʼirʼî.
[10] Û jina Mahʼlon, Rʼûtʼa Mowabî jî min xwerʼa jin stand, wekî navê yê mirî ji nava biratîya wî û cî warêd wî unda nabe. Bona rʼoja îroyîn hûn şeʼde ne».
[11] Hingê hʼemû cimeʼta ber dergeh, rʼûsipîyava tʼevayî gotin: «Em şeʼde ne. Bira Xudan wê kʼulfeta ku wê bikʼeve mala te, bike mîna Rʼahêlê û Lêayê, kʼîjana ku mala Îsraêl ava kirin. Tu nava Efratʼêda qewat bî û Beytlehʼmêda jî navekî qazinc kî.
[12] Bira mala te bibe mîna mala Pêrês, çawa ku Tʼamarê ji wê malê zurʼet li pey Cihûda xist, usa jî Xudanê ji vê kʼulfeta cahil bide te».
[13] Bowaz Rʼûtʼ stand, ew bûne hʼelalê hev. Bi rʼeʼma Xwedê ew hʼemle derkʼet û kurʼek anî.
[14] Hingê kʼulfeta gote Nahomîyê: «Şikir ji Xudan, ku ewî îro tu bê zurʼet bê pismamê nêzîk nehiştî, wekî navê vê rʼikʼinyatê Îsraêlda neyê bîrkirinê!
[15] Bira eva tʼifala bibe bîna li ber te û şiva destê te, eʼmirê mezinayîyêda, çimkî eva ji wê bûka ku te hʼiz dike dinê kʼetîye, ya ku terʼa ji hʼeft kurʼa çêtir e».
[16] Pey vê gotinêrʼa Nahomîyê kurʼik hilda da hʼemêza xwe û jêrʼa bû berdergûş.
[17] Kʼulfetêd cînara nav lê kirin û gotin: «Nahomîyêrʼa kurʼek bû» Û navê wî Ovêd danîn. Eva bavê Yêşayê bavê Dawid bû.
[18] Û zurʼetêd Pêrês ev in: Ji Pêrês Hesrûn bû,
[19] ji Hesrûn Rʼam bû, ji Rʼam Amînadav bû,
[20] ji Amînadav Nehşon bû, ji Nehşon Salmon bû,
[21] ji Salmon Bowaz bû, ji Bowaz Ovêd bû,
[22] ji Ovêd Yêşa bû, ji Yêşa jî Dawid bû.