Efesî 6
[1] Zar’no, çawa bawermendêd Xudan gur’a dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek r’ast e .
[2] «Qedirê dê û bavê xwe bigire» ku ev e t’emîya pêşin t’evî sozdayînê,
[3] «wekî çerxa te r’ast be û ser e’rdê e’mirê te dirêj be» .
[4] Û hûn bavno, zar’êd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin .
[5] Xulamno, bi xof û tirs, dilê sax gur’a xweyîyêd xweye vê dinêda bin, çawa gur’a Mesîhda ,
[6] ne ku bi xulamtîya li ber ç’e’va, ku li meriva xweş bên, lê çawa xulamêd Mesîh bi dil qirara Xwedê biqedînin.
[7] Bi r’ezedilî xulamtîyê bikin, çawa Xudanr’a, ne ku merivar’a.
[8] Hûn zanin ku her kes, heger xulam be, heger aza, çi qencîyê ku bike, weke wê jî wê ji Xudan bistîne.
[9] Hûn jî xweyîno, hindava wanda usa bin. Dest ji gef-gur’îyê bikin. Hûn zanin ku Xweyê wan jî, Yê we jî li e’zmana ye û cem Wî t’u firqî t’une .
[10] Heyneser, yektîya Xudanda qewat bin, bi zorayîya qewata Wî.
[11] Her ç’ekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî h’unurêd mîrêcin bisekinin.
[12] Çimkî şer’ê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û h’ukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya te’rî ye û miqabilî ordîyêd r’uh’anîye xirabe li dîyarê e’zmana ne.
[13] Bona vê yekê ç’ekêd Xwedê hildin, ku hûn bikaribin li ber r’oja oxirmê giran bisekinin û piştî kirina her tiştîr’a, cîyê xweda qewîn bisekinin.
[14] Awa cîyê xweda bisekinin, r’astîyê mîna k’emberê li pişta xwe bişidînin, heqîyê mîna zirih’ê li sîngê xwe wergirin
[15] û sol nigêd weda, bona Mizgînîya e’dilayîyê hazir sekinî bin .
[16] Li ser her tiştîr’a jî bawerîyê mîna mert’alê bigirine xwe, bi k’îjanê hûnê bikaribin h’emû tîrêd agirîye ku yê Xirab davêje, bitemirînin.
[17] Û xilazbûnê mîna k’umzirih’ê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji R’uh’ê Pîroz e .
[18] Bi h’emû dua û r’eca her gav dua bikin pê R’uh’ê Pîroz. Ser vê yekê h’işyar bimînin û bona t’emamîya cime’ta Xwedê t’imê dua bikin.
[19] Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minr’a bê dayînê, wekî mêrk’îmî sur’a Mizgînîyê e’yan kim,
[20] bona K’îjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.
[21] Wekî hûn jî bona min bizanibin, haş ji h’al-h’ewalê min hebin, Tixîkoyê birayê delal û qulixk’arê amin yektîya Xudanda wê her tiştî wer’a bêje.
[22] Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we.
[23] De bira e’dilayî û h’izkirin bawerîyêva t’evayî ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li xûşk-bira be.
[24] Bira k’erem t’evî wan h’emûya be, yêd ku bi h’izkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh h’iz dikin.