Skip to content
Opens in a new window

Efesî 4

Listen to this chapter • 4:51

[1] Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, k’îjanêr’a hûn hatine gazîkirinê.

[2] Hûn bi t’emamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê h’izkirinêda li ber hev daxin .

[3] Bice’dînin, ku yektîya R’uh’ pê hevgirêdana e’dilayîyê xwey kin.

[4] Çawa beden yek e û R’uh’ yek e, hûn jî gumanekêr’a hatine gazîkirinê.

[5] Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin yek e,

[6] Xwedê yek e, Ew Bavê h’emûya ye, ku ser h’emûyar’a ye, bi h’emûya ya Xwe dike û nava h’emûyada ye.

[7] Belê ji me her kesîr’a jî k’erem hatîye dayînê, çawa Mesîh p’arevekir.

[8] Bona vê yekê tê gotinê: «Gava hilk’işîya çû jorê, hêsîr t’evî Xwe birin û p’êşk’êş dane meriva» .

[9] Ev «hilk’işîya» çi tê h’esabê? Dixwaze bêje, ku Ew pêşda berjêrî wê dinya jêrin bû.

[10] Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza h’emû e’zmana, wekî her tiştî h’izûrîya Xweva t’ijî ke.

[11] Eva Ew bû, Yê ku p’êşk’êş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek p’êxember, hinek mizgîndar, hinek jî se’vî û dersdar.

[12] Ewî ev yek kir, wekî cime’ta Xwedê şixulêd xizmetk’arîyêr’a hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,

[13] h’eta ku em h’emû jî bigihîjine wê yekê, ku bawerîyê û Kur’ê Xwedê naskirinêda t’ifaq bin, bibine merivêd gihîştî, t’am weke bejin-bala Mesîh.

[14] Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zar’oka ku ji pêla virda-wêda dik’evin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dik’evin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.

[15] Lê r’astîyê pê h’izkirinê bêjin , her alîyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e.

[16] Ji Wî t’emamîya bedenê hevva ne û h’emû jî bi alîk’arîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her p’areke bedenê şixulê xwe dike, h’izkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe .

[17] Awa ez vê yekê mêrk’îmî dibêjim û bi navê Xudan t’emî li we dikim, ku hûn îdî t’u cara wê r’êda neçin, çawa p’ûtp’arist bi fikirêd xweye p’ûç’ diçin.

[18] Ewana fe’mêd xweda şûna r’eşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr k’etine, ji dest nezanîya nava xwe û serh’işkîya xwe.

[19] Şerma r’ûyê xwe unda kirine û usa xwe dane doxînê, h’eta ku her cûr’e kirinêd h’eram dikin û t’êr nabin.

[20] Lê we Mesîh usa nas nekir!

[21] Belê we bona Wî bihîstîye jî û çawa yêd p’ara Îsa, hûn wê r’astîya nava Wîda hîn bûne.

[22] De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd h’ilek’arva dêrisbûyî ye

[23] û bi r’uh’ û fikirêd xweda nûyejîyîn bin,

[24] merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi heqî û h’elalîya bê qelpî xuliqî ye .

[25] Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwer’a r’ast xeber de , çimkî em bi hevr’a endemêd Bedena Mesîh ne.

[26] Heger hûn hêrs k’evin, guna nekin , bira r’o ser hêrsa wer’a neçe ava

[27] û cî nedine mîrêcin.

[28] Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye h’elal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje k’etîya jî.

[29] Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û k’arê didine wan.

[30] Û R’uh’ê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi K’îjanî hûn bona R’oja Azayîyê hatine morkirinê.

[31] De bira her te’layî, hêrs, berzeqî, qar’e-qar’ û gotinêd ner’êda ji we dûr bin t’evî her cûr’e k’în-boxîyêva.

[32] Û hevr’a şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we.

Efesî — Chapters