Efesî 1
[1] Ji Pawlosê bi e’mirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêr’a, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:
[2] De bira k’erem û e’dilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.
[3] Şikir ji Xwedêr’a, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê h’emû dua-dirozgêd r’uh’anîye li dîyarê e’zmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.
[4] Berî e’firandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî h’izkirinêda bijîn.
[5] Ewî em pêşda k’ifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe .
[6] De werin em pesinê Wî bidin, bona wê k’erema Wîye xweyîr’ûmet, pê k’îjanê yektîya H’izkirîyê Xweda qencî li me kir.
[7] Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye . Eva yeka ji dewlemendtîya k’erema Wî ye,
[8] ya ku Wî bi mer’danî ser meda barand, pê h’emû serwaxtî û fe’mdarîyê.
[9] Ewî sur’a xwestina Xwe meva e’yan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,
[10] ku gava wext pêr’a bigihîje, ew t’ivdîr mîyaser be, h’emû tişt bin serwêrtîya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li e’rdê, hin jî li e’zmana.
[11] Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda k’ifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û e’mirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda p’ara Xwedê k’etine,
[12] wekî em pesinê r’ûmeta Wî bidin ku me pêşda gumana xwe danîye ser Mesîh.
[13] Yektîya Wîda hûn necihû jî bûne p’ara Xwedê, gava we xebera r’astîyê, awa gotî Mizgînîya xilazbûna xwe bihîst. We bawerîya xwe Wî anî û bi R’uh’ê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê.
[14] R’uh’ê Pîroz çawa bihê hatîye dayînê h’eta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cime’ta Xwe lap aza ke, bona pesindayîna r’ûmeta Xwe.
[15] Bona vê yekê min ji hingêva ku bona bawerîya weye ser Xudan Îsa û ew h’izkirina weye hindava t’emamîya cime’ta Xwedêda bihîstîye,
[16] bona we min dest ji şikirdayînê nek’işandîye. Ez t’imê nava duayêd xweda we bîr tînim,
[17] wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîr’ûmet, R’uh’ê serwaxtîyê û e’yantîyê bide we, ku hûn Wî t’am nas bikin.
[18] Bira ç’e’vêd r’uh’ê we vebin, wekî hûn fe’m bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya r’ûmeta Wî, ya ku cime’ta Wî wê war be
[19] û çi ye ew qewata Wîye mezine bêhimber, ya ku nav me bawermendada dixebite. Ev e ew qewata Wîye zor,
[20] ya ku Xwedê ser Mesîh da xebatê, gava Ew ji nava mirîya r’akir û li dîyarê e’zmana k’êleka Xweye r’astê da r’ûniştandinê ,
[21] Ew danî ser h’emû serwêrtîya, h’ukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser h’emû navêd ku têne hildanê, ne ku t’enê li vê dinê, lê wê dinê jî.
[22] Û Xwedê her tişt kire bin p’îyêd Wî û Ew bona civînê k’ifş kir çawa serwêrê her tiştî .
[23] Civîn jî bedena Mesîh e, t’emambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî t’emam dike.