Efesî 2
[1] Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn ,
[2] gava hûn pey e’detêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî r’uh’ê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gur’a Xwedêda ne.
[3] Em h’emû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyat’a merivayê dijît û dil û fikirêd mer’a çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyat’a xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.
[4] Lê Xwedêyê ku xweyê r’e’ma dewlemend e, bi h’izkirina Xweye mezin, bi k’îjanê em h’izkirin,
[5] gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî t’evî Mesîh em sax kirin. Bi k’eremê hûn xilazbûyî ne!
[6] Yektîya Wîda em ji mirinê r’akirin û t’evî Wî em li dîyarê e’zmana dane r’ûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa.
[7] Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya k’erema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide k’ifşê.
[8] Çimkî bi k’eremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.
[9] Ev yek ne ji kirina ye, wekî yek p’eyê xwe bide.
[10] Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.
[11] Hûn ku e’silê xweda necihû ne û ji alîyê cihûyada «bê sinet» dihatine h’esabê, yêd ku xwexa xwe «sinetkirî» h’esab dikirin, bi sinetîya qalibe bi desta kirî, awa bîr bînin ku hûn hingê çi bûn.
[12] Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.
[13] Lê hûn ku wextekê dûrî van yeka bûn, niha t’evî Mesîh Îsa bûne, bi xûna Mesîh hûn nêzîk bûne.
[14] Çimkî Ew e e’dilayîya me, ku her du, cihû û necihû kirine yek. Ewî dîwarê navbir’îyê, awa gotî dijminatî bi bedena Xwe xirab kir
[15] û t’emî û e’mirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike e’dilayî .
[16] Û Mesîh bedenekêda her du t’evî Xwedê bi xaçê Xwe li hev anîn, çimkî bi wê kirinê dijminatî k’okêva r’akir .
[17] Û hat Mizgînîya e’dilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî .
[18] Çimkî bi saya Wî, îzina me her duya jî heye, bi R’uh’ekî nêzîkî Bavê bin.
[19] Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we t’evî cime’ta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne.
[20] Hûn ser wî r’ik’inê şandîya û p’êxembera avakirî ne, kevirê e’nîşka k’îjanî Mesîh Îsa Xwexa ye.
[21] Bi Wî t’emamîya avayî pêva cî bi cî bona Xudan p’aristgeheke pîroz bilind dibe.
[22] Bi Wî hûn jî bi hevr’a têne avakirinê, çawa xana Xwedê bi R’uh’ê Pîroz.