Efesî 3
[1] Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya...
[2] Gerekê we bihîstibe, ku ev wek’îltîya k’erema Xwedê bona we minr’a hatîye dayînê.
[3] Ev sur’a bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin wer’a nivîsî
[4] û gava hûn bixûnin, hûnê bikaribin bizanibin ku ez çawa sur’a Mesîh fe’m dikim .
[5] Eva sur’a dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi R’uh’ê Pîroz li ber şandî û p’êxemberêd Wîye pîroz vebûye.
[6] Eva sur’a vebû, wekî necihû pê Mizgînîyê t’evî Îsraêlê war bin, bibine bedenek û xweyîp’arêd sozê Wî bin, bi saya Mesîh Îsa.
[7] Ez bûme berdestîyê vê Mizgînîyê, anegorî dayîna ji k’erema Xwedê, ya ku bi kirina qewata Wî minr’a hatîye dayînê.
[8] Belê ez ku ji nava cime’ta Xwedêda ji yê herî biç’ûk kêmtir im, lê ev k’erem minr’a hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber h’işa dannasîn kim
[9] û li ber h’emûya vekim, ku çawa t’ivdîra sur’a Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt e’firandîye, veşartî mabû.
[10] Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûr’e-cûr’e, bi destê civînê li serwêrtî û h’ukumetêd dîyarêd e’zmanava e’yan bike,
[11] anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir.
[12] Yektîya Mesîhda û pê wê bawerîya meye ser Wî em dikarin bi mêrk’îmî û r’ûvekirî nêzîkî Xwedê bin.
[13] Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nek’evin, bona wan cefayêd ku ez bona we dik’işînim. Evana bona r’ûmeta we ne.
[14] Bona vê yekê ez li ber Bav çok didim,
[15] ji k’îjanî her qebîleke e’rd û e’zmana navê xwe distîne.
[16] De bira Ew weke dewlemendtîya r’ûmeta Xwe qewatê bi saya R’uh’ê Xwe bide we, ku hûn k’ûrayîya dilê xweda bişidin,
[17] bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn h’izkirinêda r’aw û r’ik’inê xwe bavêjin,
[18] ku t’evî t’emamîya cime’ta Xwedê bikaribin fe’m bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û k’ûrayîya h’izkirina Mesîh çi ye.
[19] Belê bira hûn h’izkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her h’iş-aqilî zêdetir e, wekî hûn t’emamîya Xwedêva t’ijî bin.
[20] Awa şikir ji Wîr’a be, Yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite,
[21] şikir ji Wîr’a nava civînêda, bi saya Mesîh Îsa, h’emû zemanîda, h’eta-h’etayê! Amîn.