Skip to content
Opens in a new window

Fîlîpî 1

Listen to this chapter • 5:04

[1] Ji Pawlos û Tîmot’êyoyê xulamêd Mesîh Îsa, t’emamîya cime’ta Xwedêr’a, yêd ku p’ara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, t’evayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:

[2] De bira k’erem û e’dilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.

[3] Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim,

[4] t’imê nava h’emû duayêd xweda, bona we h’emûya bi dilê şa dua dikim,

[5] çimkî hûn r’oja pêşinda h’eta îro t’evî şixulê Mizgînîdayînê bûne.

[6] Û ez vê yekêda guman im, Ewê ku dilê weda dest bi şixulê Xweyî qenc kirîye, wê h’eta R’oja hatina Mesîh Îsa jî bigihîne sêrî.

[7] Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we h’emûya aha bifikirim. Çimkî hûn h’emû jî t’evî wê k’eremê bûne, ya ku ji Xwedêda minr’a hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.

[8] Xwedê şe’dê min e, ku ez bi h’uba Mesîh Îsa çiqasî h’eyra we h’emûyada me.

[9] Û ez vê duayê dikim, ku h’izkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,

[10] wekî k’îjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê R’oja hatina Mesîhda şîrh’elal û bêlek’e bin

[11] û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva t’ijîbûyî bin, bona r’ûmet û pesinê Xwedê.

[12] Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê k’ar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê.

[13] Awa t’evayîya k’oma k’oç’ikserêva, usa jî h’emûyêd mayînva e’yan e ku ez bona navê Mesîh nava van qeydada me.

[14] Û dilê p’ir’anîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrk’îmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.

[15] R’ast e hinek ji h’evsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.

[16] Evana ji h’izkirinê dannasîn dikin, çimkî ew zanin ku ez ser vî qulixî hatime danînê, ku piştgirîyê Mizgînîyê bikim.

[17] Lê yêd mayîn bona hevr’ik’îyê Mesîh dannasîn dikin, ne bi dilê r’ast. Ew difikirin, ku tengasîyê ser qeydêd minda zêde kin.

[18] Lê firqî t’une! Çawa jî bibe, heger ewana bi qelpîyê yan bi r’astîyê Mesîh dannasîn dikin, ez bi vê yekê şa me. Belê ezê şa bim jî,

[19] çimkî ez zanim ku ev yek wê axirîyê li ber azabûna min k’eve, bi duayêd we û alîk’arîya R’uh’ê Îsa Mesîh.

[20] Ez guman û ç’e’vnihêr’îya vê yekê me, ku t’u tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrk’îmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.

[21] Çimkî bona min jîyîn Mesîh e û mirin jî k’ar e.

[22] Heger jîyîna vî qalibîda hê k’arê dide şixulê min, ez nizanim k’îjanî bibijêrim.

[23] K’etime nava du kevira: Ez h’izret im ku ji vî qalibî derêm, her’ime cem Mesîh, minr’a eva hê gelekî qenc e,

[24] lê mayîna mine vî qalibîda hê bona k’ara we ye.

[25] Ez vê yekê ku bê şik bawer dikim, lema jî zanim ku ezê bimînim, t’evî we h’emûya bim, wekî hûn hê pêşda her’in û bawerîyêda şa bin.

[26] Awa gava ez dîsa bême cem we, hûn pê min bi saya Mesîh Îsa hê fir’naq bin.

[27] Lê t’enê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi r’uh’ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şer’k’arîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.

[28] T’u alîyava ji peyk’etîyêd xwe venek’işin. Ev yek nîşaneke undabûna wan û xilazbûna we ye û ev jî ji Xwedê ye.

[29] Eva k’erema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku t’enê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bik’işînin.

[30] Niha jî hûn nava wî şer’îda ne, k’îjan ku we ser min dît û niha bona min dibihên .

Fîlîpî — Chapters