Efesî 5
[1] Awa ç’e’v bidine Xwedê, çawa zar’êd h’izkirî
[2] û xwe li h’izkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em h’iz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêr’a bû h’edî û qurbana bînxweş.
[3] Lê h’eta navê qavîyê û her h’eramîyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cime’ta Xwedê nak’eve.
[4] Usa jî gotinêd bême’rîfetî, yan bêfe’mî, yan h’enekêd qelpê xirab, ku li we nak’evin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî.
[5] Hûn vê yekê zanibin ku t’u qav, yan h’eram, yan timak’ar (ku p’ûtp’arist e) P’adşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe.
[6] Bira t’u kes bi xeberêd p’ûç’ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar r’adibe.
[7] Awa hûn t’evî yêd usa nebin!
[8] Hûn jî wextekê te’rî bûn, lê niha hûn ku p’ara Xudan in, r’onayî ne. Awa mîna zar’êd r’onayê bijîn,
[9] (çimkî berê r’onayîyê ji her qencîyê, heqîyê û r’astîyê dibe)
[10] û bizanibin ku çi li Xudan xweş tê.
[11] T’evî wan kirêd bêbere te’rîyê nebin, lê wan ser avê xin,
[12] çimkî bona wan tiştêd ku ewana bi dizîva dikin şerm e jî ku bê xeberdanê.
[13] Lê gava her tişt tê ber r’onayê, aşkere dibe,
[14] çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe r’onayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, h’işyar be! Ji nav mirîya r’abe û Mesîh wê te r’onayî ke» .
[15] Awa binihêr’in ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfe’ma, lê mîna serwaxta.
[16] Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e .
[17] Bona vê yekê bêfe’m nîbin, lê belê bizanibin çi ye qirara Xudan.
[18] Û bi şeravê serxweş nebin, ku e’mirê mêriv p’ûç’ dike, lê bi R’uh’ê Pîrozva t’ijî bin.
[19] Zebûr û dirozga, stiranêd r’uh’anî hevdur’a bêjin, bistirên û dilê xweda Xudanr’a bilovînin .
[20] Her gav bona her tiştî r’azîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.
[21] Bi xofa Mesîhe nava xweda li ber hevdu xwe bişkênin.
[22] K’ulfetno, usa xwe li ber mêrêd xwe bişkênin, çawa li ber Xudan ,
[23] çimkî mêr serê jinê ye, çawa Mesîh jî serê civînê ye û Xwexa Xilazkirê bedena Xwe ye.
[24] Û çawa civîn li ber Mesîh xwe dişkêne, bira usa jî jin her tiştîda ber mêrê xwe şkestî be.
[25] Mêrno, jinêd xwe h’iz bikin, çawa ku Mesîh civîn h’iz kir û jîyîna Xwe ber wêva da ,
[26] wekî wê bi xeberê buhurtî-jibare ke, pê avê bişo ,
[27] ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku t’u lek’e yan qerç’imok, yan tiştekî mîna van ser t’unebe, lê paqij û bêqusûr be.
[28] Usa jî gerekê mêr jina xwe h’iz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe h’iz dike, ew xwe h’iz dike.
[29] Çimkî bedena t’u kesî ber ç’e’vê wî ne r’eş e, lê wê t’êr dike û xwey dike, çawa Mesîh jî civînê,
[30] çimkî em endemêd bedena Wî ne.
[31] Çawa nivîsar e: «Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek» .
[32] Eva sur’a k’ûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê.
[33] Belê ji we her kes jî bira jina xwe h’iz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike.