Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 4:11

[1] Ewêd ku bin nîrê xulamtîyêda ne, bira axayêd xwe h’esab kin çawa hêjayî qedirê bilind, wekî navê Xwedê û hînkirina me neyê bêhurmetkirinê.

[2] Axayêd k’êye bawermend hene, bira wan bêhurmet nekin, çimkî ew birayêd hev in. Lê bira xulam hê r’ind xulamtîyê bikin, çimkî yêd ku k’arê ji xizmetk’arîya xulama distînin, bawermend in û delal in. Van tişta hîn ke û şîret ke.

[3] Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêp’aristîya me ne qayl e,

[4] ew yekî k’ubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şer’ û de’wava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: H’evsûdî, neyartî, gotinêd ner’êda, şikêd xirab

[5] û şer’ûdî. Ev h’emû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji r’astîyê şûna r’eşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê h’esab dikin, çawa kanîya k’arê.

[6] Belê xwedênasî k’ara ser k’arê ye, heger bi r’azîbûnê be.

[7] Me t’u tişt neanîye dinê û emê nikaribin t’u tiştî jî bibin .

[8] Lê k’inc û xurekê me hebin, bi wan em r’azî bin .

[9] Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêr’ibandinê, dik’evine t’eleka û gelek temêd axmax û zîyank’ar, k’îjan mêriv nuqî mîrat’îyê û wêranbûnê dikin .

[10] Çimkî p’ereh’izî kanîke her cûr’e xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.

[11] Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta bir’eve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, h’izkirinê, sebirê û milûktîyê her’e.

[12] Leca bawerîyêda qenc bir’eve, jîyîna h’eta-h’etayê qazinc ke, k’îjanêr’a tu hatî gazîkirinê û li ber gelek şe’da te ew îqrara qenc îqrar kir.

[13] Li ber Xwedêyê ku e’mir dide h’emû e’firîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şe’detîya îqrara qenc da, ez t’emîyê didim te ,

[14] ku tu vê t’emîyê bêlek’e û bêqusûr xwey kî, h’eta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh.

[15] Xuyabûna Wî wê wextê xweda ji alîyê Yê hêjayî şikirîyê û T’enêyî qewat, P’adşayê p’adşaya û Xudanê xudanada e’yan be.

[16] T’enê Ewî nemirî ye, nava r’onayîyêda ye, ku t’u kes nikare nêzîk bê. T’u qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta h’eta-h’etayê Wîr’a be! Amîn .

[17] T’emîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka p’ûç’e derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi mer’danî dide me, wekî em miraz pê bikin .

[18] Bira qencîya bikin, bi kirinêd qenc dewletî bin, mer’d bin û p’arevekirinêr’a jî hazir.

[19] Bi vî tiherî ewê xwer’a xiznekê t’op kin, h’îmekî qenc bona axretê, wekî wê jîyîna ku r’astî jîyîn e qazinc kin.

[20] Tîmot’êyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd p’ûç’e h’eram û şer’-de’wa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.

[21] Hineka xwe dane vê yekê û bi vî awayî ji bawerîyê xalifîn. K’erema Xwedê wer’a be.

Tîmot’êyo I — Chapters