Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:45

[1] Ji Pawlos, şandîyê Mesîh Îsa, bi e’mirê Xwedêyê Xilazkirê me û Mesîh Îsayê gumana me,

[2] Tîmot’êyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-h’elalr’a: De bira r’e’m, k’erem û e’dilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.

[3] Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî t’emîyê bidî çend kesa, ku hînkirina ner’ast hîn nekin

[4] û guh nedine ç’ilovîskîya û r’eqema silsileta ku xilazîya wan t’une. Ev yek hê şer’-de’wa t’evr’adike, ne ku t’ivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike.

[5] Serê t’emîyê h’izkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa r’ih’et û ji bawerîya bêdur’ûtî ye.

[6] Hinek jê dager’îyan û pey gotinêd p’ûç’ k’etin.

[7] Dixwazin bibine dersdarêd Qanûnê, lê ew xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştêd ku didine zora xwe fe’m dikin.

[8] Em zanin ku Qanûn qenc e, heger yek bi qanûnî wê biqedîne.

[9] Belê fe’mdarî ye, ku qanûn bona r’asta nayê dayînê, lê bona neheq û serh’işka, bona nep’ak û gunek’ara, bona mir’dar’ û h’erama, bona bavkuj û dêkuja, bona mêrkuja,

[10] bênamûsa, k’ona, dizêd merîya, derewîn û şe’dederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin.

[11] Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîr’ûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, k’îjan li min hatîye spartinê.

[12] Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me r’azî me, Yê ku qewat da min, ez amin h’esab kirim, danîme ser vê xizmetk’arîyê.

[13] Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê r’e’m li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin .

[14] K’erema Xudanê me p’ir’ ser minda r’ijîya, t’evî bawerî û h’izkirina Mesîh Îsa.

[15] Vê gotinêda xêlif t’une û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunek’ara xilaz bike», serê k’îjana ez im.

[16] Lê bona wê yekê r’e’m li min bû, wekî Mesîh Îsa ser min, çawa serê gunek’ara t’emamîya sebira Xwe bide k’ifşê, çawa nexşek bona wan, yêd ku wê bawerîya xwe Wî bînin, jîyîna h’eta-h’etayê bistînin.

[17] Awa bira wî P’adşayê h’eta-h’etayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalr’a hurmet û r’ûmet be h’eta-h’etayê! Amîn.

[18] Vê t’emîyê ez didime te, lawê min Tîmot’êyo, li gora wan p’êxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şer’ê xweyî qenc bikî,

[19] dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe r’ih’et xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welger’andin.

[20] Ji wan bûn, Hûmenayo û Skender, yêd ku min dane destê mîrêcin, wekî ew hîn bin r’astîya Xwedê bêhurmet nekin.

Tîmot’êyo I — Chapters