[1] Ji Pawlosê bi e’mirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,
[2] Tîmot’êyoyê lawê xweyî delalr’a: De bira r’e’m, k’erem û e’dilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.
[3] Ez ji Xwedê r’azî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa r’ih’et Wîr’a xulamtîyê dikim, her gav şev û r’oj nava duayêd xweda te bîr tînim.
[4] Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dik’evime demana dîtina te, wekî şabûn bik’eve dilê min.
[5] Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye .
[6] Bona wê yekê ez dikime bîra te, ku tu agirê p’êşk’êşa Xwedê hê gur’ kî, ya ku bi destdanîna min ter’a hate dayînê.
[7] Çimkî Xwedê r’uh’ekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, h’izkirinê û xwegirtinê .
[8] Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şe’detîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê t’evî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.
[9] Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêr’a gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û k’erema Xwe. Eva k’erema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda mer’a hate dayînê.
[10] Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa e’yan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê r’onayî kir.
[11] Vê Mizgînîyêr’a ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime k’ifşkirinê
[12] û lema ez vî cefayî dik’işînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe K’ê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min , wê h’eta wê R’ojê jî xwey ke.
[13] Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û h’izkirinêda bimîne, k’îjan ji Mesîh Îsa p’ara me k’et.
[14] Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî R’uh’ê Pîrozî nava meda xwey ke.
[15] Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî t’evî wan.
[16] Bira Xudan r’e’ma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min r’ih’et kir, ji girtina min şerm nedikir,
[17] lê gava hate R’omayê, gelekî li min ger’îya, h’eta ez dîtim,
[18] (de bira Xudan bidê, ku ew wê R’ojê r’e’mê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minr’a xizmetk’arî kir, tu r’ind zanî.