Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 2:40

[1] R’uh’ aşkere dibêje, ku r’ojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bik’evin, guh bidine r’uh’êd derewîn û hînkirinêd cina.

[2] Ew hînkirin bi dur’ûtîya derewîna dibin, îsafa k’îjana k’izirî ye.

[3] Ew meriv h’al-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, k’îjan Xwedê ew bona bawermend û r’astînaskirîya e’firandine, ku bi r’azîbûnê bixwin.

[4] Her tiştê ku Xwedê e’firandîye qenc e û tiştekî h’eram têda t’une, heger bi r’azîbûn tê qebûlkirinê,

[5] çimkî bi xebera Xwedê û dua qebûl dibe.

[6] Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixk’arê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.

[7] Xwe ji ç’ilovîskîyêd pîraye h’eram dûr xwey ke. Xwe xwedênasîyêda hîndar ke.

[8] Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.

[9] Vê gotinêda xêlif t’une û lap hêjayî qebûlkirinê ye.

[10] Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê h’emû meriva ye, îlahî Yê bawermenda.

[11] T’emîya van tişta bide û hîn ke.

[12] Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendar’a bibe nexşek, xeberdanêda, r’abûn-r’ûniştinêda, h’izkirinêda, bawerîyê û h’elalîyêda.

[13] H’eta hatina min xwe bide wê yekê, ku cime’têr’a nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî.

[14] Hindava wê p’êşk’êşa xweye r’uh’anîda bê xem nîbe, ya ku bi p’êxembertîyê ter’a hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.

[15] Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te h’emûyava e’yan be.

[16] Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, k’îjanêd guhdarîya te dikin.

Tîmot’êyo I — Chapters